ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 9-2-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 9-2-2025
9 sibat, 2025   02:00

“Eger em jihevcudabûna di nava artêşa Tirk de û Gladîo’yê li ber çavan negirin, em nikarin vê operasyonê rast şîrove bikin. Di dîroka pêvajoyên NATO’yê de ji sedî sed operasyoneke herî girîng a pêvajoyan e.”

Zêdetirî 2 mehan e dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybet li gundewarên Minbicê û derdora bendava Tişrînê, êrişên dijwar pêk tînin û 81 sivîl şehîd bûn.

Endama Fermandariya YPJ`ê Rohilat Efrîn destnîşan kir ku YPJ’ê 13 salên têkoşînê li pey xwe hiştine û ji bo xizmeta hemû jinên Sûriyeyê û cîhanê YPJ modela xwe ya parastin, birêxistinkirin û têkoşînkirinê didomîne û got “Cihê ku wekhevî, demokrasî û azadî lê tune bin, ne pêkan e dest ji parastinê bê berdan.”

Şêniyên kantona Dêrezorê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan û binesaziya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û diyar kir ku ev êriş sûcên şer in.

Dema Şoreşa 19ˋê Tîrmeha 2012ˋan li Rojava dest pê kir, herêm di nava bûyeran de dikelî û civak bi gavine hişyar ber bi pêşeroja ku hîna nîşneyên wê nediyar in ve dimeşiya. Di nava van tevahî guherînan de diviyabû ragihandineke azad derketa ku ev pêvajoya dîrokî ji cîhanê re ragihanda, rastî aşkera bikira, her wiha qonaxên destpêkê yên şoreşa gel a bi nûnertiya xeta sêyemîn dûrî blokên aloziya li Sûriyeyê, belge bikira.

Hevbendiya Rêxistinên Civaka Sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  der barê pêşdeçûnên siyasî li Sûriyeyê û Bakur û Rojhilatê sûriyeyê û têkiliya wê bi Şamê re û rola civaka sivîl di vê qonaxê û ya bê de, li Hesekê paneleke diyalogê ya vekirî, li dar dixe, (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Zanîngeha Kobanê li ser mastera Wêjeya Kurd li avahiya zanîngehê ya bajarê Kobanê forumeke diyalogê li dar dixe, (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Kobanê şehîdên berxwedana Bendava Tişrînê li Pakrewangeha Şehîd Dicle oxir dike, (13:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Rêveberiya Kampa Holê ya kantona Cizîrê 155 malbatên Iraqî ku ji 569 kesan pêk tê derdixe û ber bi welatê wan ve dişîne, (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN