Êrişên dagirkeriyê dewam dikin: 4 nuqte hatin topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Til Temirê 3 nuqte û li kantona Firatê jî gundek topbaran kirin.

Êrişên dagirkeriyê dewam dikin: 4 nuqte hatin topbarankirin
9 sibat, 2025   08:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di saetên derengî şevê de li Til Temirê ya kantona Cizîrê çewilka çêlekan, gundên Um El Kêf û Til Cumayê topbaran kirin.

Artêşa dagirker û çeteyên di heman demê de gundê Tirwaziyê yê kantona Firatê jî dan ber topan.

Der barê encamên topbaranê de agahî nehatin bidestxistin.

(bb)

ANHA