Azîz Koyluoglû taybetmendiyên çapemeniya şoreşgerî li Rojava saz kirin-HESEN REMO

Azîz Koyluoglû taybetmendiyên çapemeniya şoreşgerî li Rojava saz kirin-HESEN REMO
9 sibat, 2025   07:35

Dema Şoreşa 19ˋê Tîrmeha 2012ˋan li Rojava dest pê kir, herêm di nava bûyeran de dikelî û civak bi gavine hişyar ber bi pêşeroja ku hîna nîşneyên wê nediyar in ve dimeşiya. Di nava van tevahî guherînan de diviyabû ragihandineke azad derketa ku ev pêvajoya dîrokî ji cîhanê re ragihanda, rastî aşkera bikira, her wiha qonaxên destpêkê yên şoreşa gel a bi nûnertiya xeta sêyemîn dûrî blokên aloziya li Sûriyeyê, belge bikira.

Di wê demê de, Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) a ku di 1ˋê Adara 2013ˋyan de hat avakirin, hewl dida rêya xwe biqelişîne, li nasnameya azadiyê û metodê û li pisporiyên ronamevaniyê, digerî. Da ku li hember astengiyên pêşberî wê derkevin, bisekine. Di wê kêliyê de tolhildêrekî rûlken, xwedî kesayeteke birêk û pêk derket û axivî  ku  hema bêje ji kêliya destpêkê ve bi şoreşê re dijî. Rola ragihandinê di guhertinê de şîrove kir û got rojnamegerî ne tenê veguhastina nûçe û agahiyan e, lê belê li hember civakê berpirsiyartiyeke dîrokî û exlaqî ye. Ev tolhildêr, Azîz Koyluoglû bû, rojnamevanê ku daxmaya xwe di her hûrgiliyeke çapemeniya azad li Rojava de daye, ye.

DIBISTANA ROJNAMEGERIYÊ YA AZÎZ KOYLUOGLÛ: NIFŞEK JI ROJNAMEVANAN GIHAND

Ji kêliya destpêkê ya tevlêbûna li ANHAˋyê ve, anku di 2013ˋyan de, Azîz Koyluoglû ne tenê rojnamevanê ku nûçe vediguhastin bû, lê belê mamosteyekî rasteqîn bû ku dizanî pêdiviya rojnamegeriya azad bi kadroyên perwerdekirî heye ku bûyeran bihûnin û bi kûrahî analîzên wan bikin. Wê demê ragihandina li Rojava tenê tecrûbeyeke nûderketîbû. Piranî rojnamevanên nû tu paşxaneyên wan ên rojnamevaniyê nîn bûn, tenê hewldanên wan takakesî bûn û bi ragihandina klasîk an jî bi tecrûbeyên berê yên di bin qeyd û bendên rejîma çewsîner de bandor bûbûn.

Azîz ev valahî dizanîn, xebata xwe li gorî vê yekê dest pê kir. Ne tenê dersên teorîk didan, lê belê bi awayekî pratîkî bi rojnamevanan re li qadan digerî. Ew fêrî çawaniya girtina nûçeyan dikirin, çawa hevokên xwe bihûnin, çawa nûçe bikin alava bo arastkirina raya giştî, çawa madeya rojnamevaniyê bihûnin ku rêzê ji hişê xwîner re bigire û bêyî herifandinê rastiyê veguhêze.

RÊBAZA PERWERDEKIRIN Û FÊRKIRINÊ

Ji dûr ve perspektîf nedidan, li kêlek rojnamevanan bi pratîkî dikir. Di odeya edîtoriyê de rûdinişt, nûçe dixwendin û ji wan dixwest ku bi rêbazên cuda nûçeyan bihûnin, da ku şaştiyên wan ji wan re aşkera bike û çareseriyan pêşkêşî wan bike. Rêbaza klasîkî ya edîtoriyê red dikir û digot divê rojnamegeriya şoreşgerî zindî, lez û yekser be, lê belê di heman demê de divê di analîzekirina bûyeran de kûr be.

Li ser pêşketina zimanê rojnamegeriyê baldar bû û her tim digot: "Divê ne tenê rojnameger bûyerê veguhêze, divê nas bike û analîze bike. Rojnamegerê rast ne tenê veguhêzker e, lê divê mejiyekî bikare pêşerojê bixwîne, be."

Xema Azîz Koylioglu ne tenê veguhastina bûyeran bû, lê belê bawer bû ku çapemeniya azad ne tenê bi kesekî tê kirin, lê pêdiviya xwe bi nifşekî meşaleyê li pişt wî rake, heye. Ji lew re beşeke mezin ji jiyana xwe xist perwerdekirina rojnamevanên ANHAˋyê, kanalên televîzyonan, Akademiya Şehîd Fayiq a Ragihandinê ya Rojava. Bi dehan rojnamevan îro wî di nivîs û raporên xwe de hildigirin û ji bo lêgerîna heqîqetê fikra wî dişopînin.

ŞOPANDINÊN MEYDANÎ DI NAVA ENÎ Û XENDEKAN DE

Li kêlek karê xwe yê edîtorî û perwerdekariyê, Azîz bi rûniştina li nivîsgehê nekir, ji yekemîn rojnamevanên berê xwe dabû qadên şer. Ji rojên destpêka şoreşê ve li eniyên şer bû. Îsrar dikir ku rojnamevanê/a rasteqîn divê di nava bûyerê de be, bi çavê xwe bibîne û agahiyên xwe ji çavkaniyên duyemîn wernegire.

AŞKERAKIRINA KOMKUJIYÊN DEWLETA TIRK LI TIL ERAN Û TIL HASILÊ

Di 2013ˋyan de çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bajarokên Til Eran û Til Hasilê li dijî Kurdan komkujî pêk anîbûn. Rojnamevan Azîz ji kesên destpêkê bû ku ev komkujî şopandin. Ew bûyer ne bûyerekî ji rêzê bû, lê belê beşek ji plana fireh a qirkirina Kurdan bû û wî jî ev yek di kêliya destpêkê de nas kir. Raporên têr û tijî û kûr çêkirin û tê de behsa rehendên siyasî yên van komkujiyan, armancên dewleta Tirk a dagirker ên guhertina demografiya herêmê, kirin. Me ev yek jî piştre li ser erdê dît.

ROJNAMEVANÊ YEKEMÎN Ê KU RIZGARKIRINA TIL KOÇERÊ VEGUHASTIYE

Di 27ˋê Cotmeha 2013ˋyan de, dema şerê rizgarkirina Til Koçerê ji çeteyên DAIŞˋê hate destpêkirin, Azîz di nava bûyerê de bû û hûrgilî kêlî bi kêlî dişopandin. Bi kamereya xwe hûrgiliyên şer veguhastin, tevgerên şervanAn şopandin, bi wan re hevdîtin kirin û şehadetên wan belge kirin.

Rojnamevan Azîz dizanî ku ev ne tenê şerekî leşkerî ye, lê belê kêliyeke dîrokî ye û tê de hêza gelên herêmê ji Kurd, Ereb, Suryan, Asûr û Ermenên wê ya parastina xakê diyar dike. Ji lew re ji rojnamevanên destpêkê bû ku li ser rizgarkirina Til Koçerê ji hêla Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) nivîsî.

BAWERIYA WÎ DI KARÊ PRATÎK DE DERKET

Di dawiya 2014ˋan de, dema çeteyên DAIŞˋê bajarê Kobanê dorpêç kir û şerê ku êdî wê rêveçûna şerê li dijî çeteyan biguherta dest pê kir, hevrê Azîz dengê berxwedana dorpêçkirî ji cîhanê re radigihand.

Rojekê li ajansê got: "Ger hûn bi tevgera rizgariya Kurdistanê bawer in, yeqîn bikin ku Kobanê nakeve, heta ku yên êriş dikin hovên serdemê bin."

Ev ne tenê gotin bûn, lê belê baweriya wî di pratîk de xuya dikir, di raporên li ser berxwedanê û planên li dijî bajêr û Rojava de aşkera dibûn.

BÛ DENGÊ BERXWEDANA EFRÎN, SERÊKANIYÊ Û GIRÊ SPÎ

Di sala 2018’an wexta ku dewleta Tirk a dagirker êrIşî Efrînê kir, hevrê Azîz jî bêyî dudilî berê xwe da Çiyayê Kurmênc û berxwedana serdemê ku 58 rojan dom kir, şopand. Her wiha hovîtiya dewleta Tirk nîşanî hemû cîhanê da.

Wexta ku dagirkeran sala 2019’an êrişî Girê Spî û Serêkaniyê kirin jî, hevrê Azîz vê carê li wir bû. Bi kamera, nivîs û nûçeyên xwe vê carê hovîtiya dagirkeran û berxwedana li dijî wê ragihand.

Hevrê Azîz Koylioglu, di 27’ê Çileya 2025’an li herêma Ranya ya Silêmaniyê di êrişeke dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.

Li her bajarekî Rojava şagirtekî/e rojnamevan li ser destê Azîz derçûye, heye. Gelek rojnamevan jê fêr bûn ku çawa bibin dengê rastiyê û çawa bibin rojnamevanên şoreşger.

Azîz li pey xwe dibistaneke rojnamevaniyê ku di veguhastina bûyeran de xwe dispêre cesaret, analîz û pêkanîna nirxên şoreş û azadiyê, hişt.

Hevrê Azîz ne tenê rojnamevanê dida pey nûçeyan bû, lê belê şoreşgerê di nava lepên xwe de rastî hildigirt, bi hesteke tolhildêr belge dikir û kamereya şervanê ku ji mirinê natirse bû.

Azîz Koyluoglû navê ku nayê jibîrkirin, ji ber rojnamevanê ku bi xwîna xwe dinivîsîne, gotinên wê zindî ne.

(fr)