ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 4- 6 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 4- 6 – 2025
4 hezîran, 2025   02:00

Endam û rêveberên PYD’ê û Meclisa Malbatên Şehîdan bal kişandin ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan û destnîşan kirin ku dewleta Tirk heta niha tu gavên qanûnî neavêtine, lewma heta gav tên avêtin ew ê her roj li ser piyan bin.

Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş Altın got "Herî baş jin dizanin bê ka şer tê çi ye. Lewma jî yên ku pêvajoyê bi ser bixin dîsa dê jin bin.”

Siyasetmedar û çalakvanekî mafên mirovan diyar kir ku gelê Siwêdayê dixwaze dewleteke demokratîk û piralî ku rêzê li mafên mirovan digire, ava bibe. Her wiha got vebijêrka xelkê Swêdayê nenavendîbûna berfireh e.

Jinan destnîşan kir ku yekrêziya Kurdan encama ked û destkeftiyên bi salan yên şoreşa Rojava ye û got "Jin ji bo yekitiya Kurdan her dem di nava têkoşîn û berxwedanê de bûn.”

Çalakiyên Roja Jîngehê ya Cîhanê li bajarê Kobanê, bi lidarxistina forumekê li ser Jin û Ekolojiyê li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê dewam dikin, (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Di çarçoveya bernameya vegera dilxwazî de ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihandiye, Rêveberiya Kampa Erîşa ya başûrê Hesekê bi hevkariya NY’yê re malbatên din ên Sûriyeyê derdixin û ber bi herêmên wan ên li Dêrazorê ve dişînin, (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Komeleya Keziyên Kesek bi boneya Roja Jîngehê ya Cîhanê, li ser sînordarkirina qirêjiya blastîkî li Zanîngeha Rojava ya Qamişloyê atolyeyekê li dar dixe, (18:00). BI WÊNE Û DÎMEN