Li Helebê bi meşeke girseyî daxwaza azadiya Rêber Apo hat kirin

Bi hezaran xelkê Helebê, bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, di bin diruşma "Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mifteya çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn û pirsgirkêka Kurd e" de meşek li dar xist.

3 hezîran, 2025   23:53
HELEB
MIHEMED EBDO

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Helebê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşeke girseyî li dar xist. Bi hezaran şênî ji pêş hola 8’ê Adarê ya civîan meşiyan.

Di meşê de şêniyan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên Meclisa Malbatên Şehîdan, çiqilên zeytûnê ku nîşaneya giştîkirina aştiyeyê, hildan.

Piştî şênî li kolanên taxa Şêxmeqsûdê geriyan li nêzî avahiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ya li beşa rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê rawestiyan.

Li wir, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Şêx Qenber ku bavê şehîd Cûdî ye, û berdevka Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Amine Xidro ku dayika şehîd Şoreş e, axivin.

Mihemed Qenber diyar kir ku hevgirtina gel a berdewam a ji destpêka komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û beriya wê ve, hişt ku dan û standinên ku ji bo bidestxistina mafên rewa yên gelê Kurd pêk tên, xurt bibin.

Qenber destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan bi îdeolojî û felsefeya xwe ya li ser rizgariya civakan, karîbû Girtîgeha Îmraliyê veguhere ronahiya ramanên azad û bi dehan pirtûkên ku dijmin xiste aliyê têkçûyî yê vê hevkêşeyê, derxe.

Amine Xidro jî got gel hîna li ser soza daye Rêber Abdullah Ocalan e, ku projeya demokratîkkirina herêmê temam bike.

Amine projeya Rêber Abdullah Ocalan şibihand "Keştiya Nûh", ku wê herêmê ji lehiya dijwar û pirsgirêkên ku tê jiyîn rizgar bike.

Amine di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dema Rêber Abdullah Ocalan li Helebê bû, fikra xwe ya azad di nava gelê ku ji nifşekî heta nifşekî veguhastiye de xurt kir.

Çalakî bi dirûşmeyên silavkirina têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan a li Îmraliyê û banga azadiya wî ya fîzîkî bi dawî bû.

(ac/fr)

ANHA