Xwediyên jenetoran û şêniyan bihayê ampêran nîqaş kirin

Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo, ji bo nîqaşkirina bihayê ampêran, ji şênî û xwediyên jenetoran re civînek li dar xist.

3 hezîran, 2025   23:11
QAMIŞLO

Li gorî rêgeza zelaliyê û pêşxistina beşdariya civakê, Şaredariya Gel a li Qamîşloyê îro ji bo şênî û xwediyên jenetoran li hola Melekiyê ya bajêr civînek li ser nîqaşkirina bihayê ampêran, li dar xist.

Ev civîn wekî gaveke ji bo beşdarkirina şêniyan, nûnerên civaka sivîl û xwediyên jenetoran di dayîna biryaran de, hat avêtin. Armanc ji vê gavê pêşxistina rewşa kehrebeyê li bajêr û pêkanîna hevsengiyê di nav xizmetên ku tên pêşkêşkirin û berjewendiyên giştî de ye.

Di nîqaşan de hat gotin ku divê bihayê ampêran bi lîreya Sûriyeyê be, ji ber ku piraniya welatiyan mûçeyên xwe bi lîreyê werdigirin. Her wiha hat pêşniyarkirin ku mazot jî bi lîreyê were kirîn û rêjeyeke sabît a qezenca xwediyên jenetoran were diyarkirin.

Xwediyên jenetoran jî ji Odeya Pîşesaziyê xwest ku çavdêriyek bê kirin, ji ber ku parçeyên jenetoran biha ye û bi dolaran dikirin, her wiha divê mazota paqij jî were peydakirin, ji ber ku nebaşiya kalîteya wê jenetoran pir xerab dike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku bihayê ampêran wiha ye:

Ampêra xizmetguzarî"xedemî" (rojane 8 saetan pê dikeve): 13 hezar lîre.

Ampêra sîstema temam (rojê temamî pê dikeve (24 saetan)): 14 dolar.

Ampêra sûka navendî (rojane 8 saetan pê dikeve): 6.5 dolar.

Şaredariyê destnîşan kir ku ev civîn bi armanca rûniştandina xebata hevbeş, a ji bo çareserkirina pirsgirêkên xizmetguzarî hat lidarxistin û ew ê di dema bê de lîsteyên der barê bihayên nû de, derxin.

(mh/fr)

ANHA