ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-1-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-1-2025
31 ÇILE, 2025   02:00

Rojnamevan û nivîskar Melevan Resûl diyar kir ku gel êdî bi rastiya dewleta Tirk dagirker nayê xapandin û got "Divê dewleta Tirk feraseta xwe biguherîne, dest ji dirûşmên derew berde, dijbertiya xwe rawestîne û gavên ber bi aştiyê ve biavêje." BI WÊNE Û DÎMEN

Koçberên ji kantona Efrîn-Şehbayê yên li Tebqayê bi cih bûne, bang li hêzên navneteweyî kir ku beriya dest bi çareseriya siyasî bikin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji herêmên dagirkirî derxin. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Hesekê diyar kir ku dewleta Tirk dewleteke dagirker e û divê ji Sûriyeyê derkeve û got ji bo kesên banga derketina hêzên biyanî dikin, divê ji dewleta Tirk ve dest pê bikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Ji ber barîna kêm a baranê, xwediyên hêştiran ên bajarê Holê ji bo çêrgeh û avê peyda bikin berê xwe didin gola Xatûniyê. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarên Qamişlo, Dêrik, Çilaxa, Girkê Legê, Til Hemîs, Tirbespiyê û Amûdê ji bo parastina Bendava Tişrînê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sibe ber bi bendavê ve bi rêdikevin, (08:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Rêxistinên jinan ên li bajarê Dêrikê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo nîşandana redkirina xwe ya rêvekirina li pêş kujerê siyasetmedara Kurd, Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê şehîd Hevrîn Xelef daxuyaniyeke dide, bi heman wesîleyê li Qamişloyê daxuyanî tê dayîn, (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN