Li Dîmas ê Şamê 2 kes hatin kuştin

Digel tevliheviya ewlehiyê, komeke çekdaran li bajarê Dîmas ê gundewarê Şamê gule li 2 ciwanan reşand û di encamê de hatin kuştin.

Li Dîmas ê Şamê 2 kes hatin kuştin
30 ÇILE, 2025   22:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku komeke çekdar gule li 2 ciwanên li bajarokê Dîmas ê gundewarê Şamê nobedarî dikirin, reşandin û di encamê de hatin kuştin.

Bi wê re hejmara kiryarên tolhildan û tesfiyekirinê ji destpêka 2025ˋan li parêzgehên cuda yên Sûriyeyê gihîşt 104ˋan û di encamê de 210 kes hatin kuştin; ji wan kesên hatine kuştin 204 mêr, 5 jin û zarokek.

(fr)