ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29 – 10 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29 – 10 – 2024
29 cotmeh, 2024   02:00

Rêber Abdullah Ocalan diyar dike ku Komara Tirk dê yan bê serê duriyanekê yan jî dê xeta qirkirinê bidomîne, an jî dê bikeve rêya yekitiya demokratîk. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Jinên taxa Şêxmeqsûd a Helebê diyar kir ku hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re têrê nake, divê serbest bê berdan. Jinan destnîşan kir ku divê têkoşîna wan bigihêje asta herî bilind heta ku bigihêjin armanca xwe ya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevserokê PYD`ê Xerîb Hiso destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker dibin sedema xitimandina pêşxistina diyaloga navxweyî û çareseriyê. Hiso diyar kir ku dewleta Tirk bi şer dê bi ser nekeve û pêwîstî bi qonaxeke nû heye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Koçberên ji Serêkaniyê yê dagirkirî û şêniyên Til Temirê yên kantona Cizîrê got armanca êrişên dagirkeran şikandina vîna wan û têkbirina destkeftiyên wan e û li hemberî êrişan banga yekotiyê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevserokê Nivîsgeha Firneyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi zanabûn binesaziya herêmê û avahiyên xizmetguzariyê hedef girtin ku li herêmê krîzeke aborî çêbe û got li hember derbaskirina zehmetiyan hevgirtî bin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nûçegihanên ajansa me, bi berfirehî agahiyên li ser zirarê ku di encama êrişan de gihîştiye binesaziya herêmê û saziyên xizmetguzarî belge kirin. Di belgeyan de tê diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker çavkaniyên jiyanê wekî kehrebe, av, gaz û sotemenî qut kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Çandina darên zeytûnan û berhemên wê ya li kantona Reqayê di deh salên dawî de pir zêde bûye . Meclisa Çandinî û Aboriyê hewil dide vê çandiniyê pêş bixe.

Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şervanê hêzên Komandos şehîd Artêş Serêkaniyê (Ednan Mihemed El Hemade) ê ku di 27’ê Cotmehê de şehîd bûye li gotistana şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê oxir dikin, saet di 10:00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên bajarê Til Koçer ê kantona Cizîrê bi xwepêşandanekê êrişên dagirkeriya Tirk li dijî herêmê şermezar dikin, saet di 10:00’an de. Li bajarê Tirbespiyê û taxa Şêxmeqsûd a Helebê şênî dadikevin xwepêşandanan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star a kantona Firatê bi daxuyaniyekê li Qada Jina Azad a bajarê Kobanê êrişên dagirkeriya Tirk şermezar dike, saet di 11:00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Jinên Ciwan li Zanîngeha Şerq pêşangeha Wêneyên Rêber Abdullah Ocalan vedike, saet 17:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê kantona Minbicê cenazeyên şehîd Hesen El Xedir û zaroka şehîd Fereh El Berho li goristana şehîdan a Minbicê oxir dike, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)