Netanyahu: Êrişa li dijî Îranê hîn bi dawî nebûye

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu gef xwar ku êrişa şemiya borî ya ku artêşa Îsraîlê li dijî Îranê pêk aniye hîn bi dawî nebûye. Fermandarê Pasdarên Îranê jî, piştî êrişên li dijî nuqteyên leşkerî yên Îranê, gef li Îsraîlê xwar ku dê bersiv tune be.

Netanyahu: Êrişa li dijî Îranê hîn bi dawî nebûye
28 cotmeh, 2024   22:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di civîneke girtî ya partiya Lîkod de li pêşiya endamên Knesset û wezîran, diyar kir ku êrişa şemiya borî ku artêşa Îsraîlê ya li dijî Îranê pêk aniye hîn bi dawî nebûye got, "Ê ku bifikire bi êrişekê mijar bi dawî bûye, ew şaş e."

Netanyahu diyar kir ku ji bo wêrankirina Îsraîlê Îran hewl dide depokirina bombeyên xwe yên nukleerî zêde bike.  Îran dikare moşekên xwe yên dûravêj ji bo gefxwarinên li dijî tevahî cîhanê bi kar bîne. Ev yek ne mîna rewşa li Dêrazorê ye, ne tenê avahiyek e, lê belê gelek avahi hene. Hin ji wan di bin çiyayan de ne û hin jî di bin erdê de hene. Gelek zanyar di wan de dixebitin.

Netanyahu destnîşan kir ku mijara domandina êrişê yek ji armancên sereke yên Îsraîlê ye.

Li aliyekî din jî fermandarê Pasdarên Îranê Hisên Selamê, piştî êrişên li dijî nuqteyên leşkerî yên Îranê, gef li Îsraîlê xwar ku dê bersiv giran be.

(mh/fr)