ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-03-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-03-2024
29 adar 2024   02:00

Sekreterê giştî yê Kombûna El Erebî ya Piştevaniya Doza Kurd Dr. Teysîr El Alûsî destnîşan kir ku lihevkirina ewlehiyê ya dewleta Tirk û Iraqê ji binpêkirinên serdestiyê xirabtir e û got  dewleta Tirk dixwaze Iraqê beşdarî şerê xwe yê li dijî hêzên Kurd bike. (BI WÊNE)

Lêkolînerê têkiliyên navneteweyî Ebdulmesîh El Şamî diyar kir ku destwerdana Rûsyayê li Ukraynayê, nexşeyeke nû ya cîhanê xêz kir û diyar kir ku êrişa Hemasê, ji bo tesfiyekirina doza Filistînê ye. (BI WÊNE)

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) encamên pêşbirka helbesta Kurdî ya ciwanan a 2024ˊan li navenda xwe ya Qamişloyê aşkera dike, saet 11:00ˊan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA