Îsraîlê êriş Şamê kir: 5 kes birîndar bûn

Îsaîlê êriş herêmeke nêzî Seyide Zeyneb ê li gundewarê Şamê kir, di encamê de 5 kes ji çekdarên sûriyeyî birîndar bûn.

Îsraîlê êriş Şamê kir: 5 kes birîndar bûn
28 adar, 2024   22:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku di encama êrişa Îsraîlê li dijî baregeheke li devera Behdeliyê li nêzî herêma Seyide Zeyneb a gundewarê Şamê de nobedarên baregehê birîndar bûn û agahî hene ku kuştî jî di hundirê baregehê de hene.

Ew baregeh ên komên Îranî û Hizbullaha Lubnanê ne.

SOHR'ê diyar kir ku ji destpêka sala 2024'an de Îsraîlê 27 caran xaka Sûriyeyê hedef girt. Ji wan 19 êrişên hewayî û 8 ên bejahî ne. Di encama wan êrişan de nêzî 55 cih wek depoyên çek û cebilxane, navend û baregeh hatin hedefgirtin.

Di encama wan de 60 leşker hatin kuştin û 48 jî birîndar bûn.

(mh)