Gardiyanan êriş girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Bakirkoyê kir
Gardiyanan êriş girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ku nexwestin pêlavên xwe derxin kir.

Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê piştî hevdîtinê derxistina pêlavan li ser wan ferz kirin. Girtiyên piştî hevdîtina malbat û parêzeran vedigeriyan qawîşan di lêgerînê de derxistina pêlavan li ser wan ferz kirin. Hate diyarkirin ku girtiyên ku ev pêkanîna heqaretê red kirine ji aliyê gardiyanan ve hatine derbkirin.
Parêzeran diyar kiriku ev 2 hefte ne ferzkirina derxistina pêlavan didome û wiha gotin: “Pêlavên girtiyan nayên teslîmkirin. Girtiyan diyar kir ku ew ê serlêdana sûcê bikin û heta dawiyê li dijî her cure zextan li ber xwe bidin. Sedema vê ferzkirinê ji girtiyan re nabêjin.”