ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-01-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-01-2026
29 ÇILE, 2026   02:00

Endamên komîteyên parastina civakî bi şêniyên Til Temir re bajarê xwe diparêzin û got ew ê li hember êrişan berpirsyariya parastina bajarê xwe bi cih bînin. BI WÊNE Û DÎMEN

Li Girke Legê koçberên ji Efrîn bi darê zorê hatine koçberkirin, daxwaza rawestandina şer û vegera li Efrînê dikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Hikumeta demkî ya Sûriyeyê kargeha çemento ya Hemayê paşguh kiriye, di encama wê de xeta 2ˊyemîn a berhemê sekiniye. BI WÊNE Û DÎMEN

Ji bijîşkên Nexweşxaneya Gel a Qamişloyê Ehmed Îsa Îsa destnîşan kir ku di rewşa seferberiyê de û bi zêdebûna hejmara koçberan re pêdiviya nexweşxaneyan bi gelek cureyên dermanan heye û banga alîkariyê li aliyên peywendîdar kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Ciwan Siko diyar kir ku Ii hember Rojava planên navneteweyî hene ku ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve tên birêvebirin. Siko da zanîn ku yekitiya Kurdan bûye mertal li hember van planan û bang li gelê Kurd kir ku heta serkeftinê piştgiriyê bide hêzên xwe yên leşkerî û gelê Rojava. BI WÊNE Û DÎMEN

Ji 20’ê Çileyê ve gelek rêxistinan xurek, doşek, betanî, derman, pêwîstiyên jin û zarokan û mazot şandine Rojavayê Kurdistanê. Alîkarî ji aliyê komîteya belavkirinê ya Heyva Sor a Kurd û Meclisa Koçberên Efrîn-Şehbayê ve tên belavkirin.