Li bajarên Derbendîxan û Çemçemalê yên Başûr piştevaniya Rojava

Li sûka navçeya Derbendîxan û Peymangeha Hunerên Bedewam a Çemçemal ên bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê çalakî û meşên ji bo berxwedan û piştevaniya Rojavayê Kurdistanê didomin.

Li bajarên Derbendîxan û Çemçemalê yên Başûr piştevaniya Rojava
29 ÇILE, 2026   00:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li tevahî bajarên Başûrê Kurdistanê çalakî û meşên ji bo berxwedana Rojava û piştevaniya Kurdan dewam dikin.

DERBENDÎXAN

Gelê Derbendîxanê ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê meşek girseyî lidar xist û ji dagirkeran re gotin “Kurdistan nakeve lê dê dîrokeke serkeftinê tomar bike.”

Îro li sûka navçeya Derbendîxan a parêzgeha Silêmaniyê meşek ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê û li dijî êrişên çeteyên Colanî û dewleta Tirk li ser Rojava hate lidarxistin.

Jin, kal û pîr, mamoste û karmend, rewşenbîr, rojnamevan û çalakvan beşdarî meşê bûn û bi berdewamî dirûşmeyên piştgiriya Rojavayê Kurdistanê qêriyan.

ÇEMÇEMAL

Li Peymangeha Hunerên Bedew ya Çemçemal ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê, bi amadebûna berpirsên perwerdehê û xwendevanan, çend çalakiyên hunerî ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê hatin lidarxistin.

Çalakiyan bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdên berxwedana Rojavayê Kurdistanê û tevayî şehîdên têkoşîna azadiya gelê Kurd û bi gotina Sîrûda Netewî Ey Reqîb, dest pê kirin.

Piştre Rêveberê Perwerdeya Çemçemalê Qasim Elî, Dekanê Peymangeha Hunerên Bedew a Çemçemalê Dara Elî, peykerê Kezî yê pênc metre dirêj, ku ji hêla xwendevanan ve hatibû çêkirin û li ser bedena peymangehê hatibû danîn, vekirin.

Çend xwendekarên din yên peymangehê jî bi gotina helbestan tevlî çalakiyên piştgiriyê bûn.