ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-12-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-12-2025
27 kanûn, 2025   02:00

Lêkolîner û çalakvanên ji Idlibê diyar kir ku çareseriya herî guncaw ji bo siberoja welat diyaloga li ser esasê nûnertiya rasteqîn a tevahî pêkhateyên Sûriyeyê û bidawîkirina destwerdanên neyinî yên derve ye.

Di demên dawî de li Suriye û Tirkiyeyê têgîna entegrasyonê bûye rojeva bingehîn. Lê desthilat cuda, aliyên aştîxwaz û demokrat cuda nêzîk dibin. Lewma çavkaniya têgehê, pênase û şêwazên pêkanîna wê girîngtir dibe.

Di sala 2025'an de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk gavên mezin di qadên xizmetguzarî, tenduristî, perwerdehî û çandiniyê de avêtin, her wiha di birêxistinkirina civakê de jî, bi rêya çalakkirina rola komînan û vekirina firneyan, gav avêtin.

Zêneb Osman behreyeke ciwan e ku bi deng û defa xwe dengê doza gelê xwe ji cîhanê re vedibêje. BI WÊNE Û DÎMEN

Li bajarê Girê Spî yê di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de rewşa xizmetguzarî xerab bûye û vê jî bandor li hemû qadên din kiriye bê ku tu çavdêrî û şopandin hebe.

Meclisa Rêveber li Kantona Dêrazorê civîna xwe ya salane li dar dixe, li hola civînan a herêma Meamil. 10.00. BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Dirbêsiyê civîna xwe ya salane li Akademiya Civaka Demokratîk a li bajêr li dar dixe. 10.00. BI WÊNE Û DÎMEN

Ofisa têkiliyan ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) civînekê ji bo rewşenbîr û siyasetmedarên li bajarê Dribêsiyê li dar dixe, li Navenda Çand û Huner ya bajêr. 10.30. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Dêrikê cenazeyê şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Bêrîtan Fuad li mezargeha Şehîd Xebat dispêrin axê. 11.00. BI WÊNE Û DÎMEN

Ofisa Dij Madeyên Hişbir li Kantona Cizîrê dê de barê mijarê madeyên hişbir de daxuyayê bike, li çargoşeya ewlehiyê ya berê li bajarê Qamişlo. 12.00. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbata Şehîdan li bajarê Qamişlo bo boneya sersalê şehiyekê ji bo malbtên şehîdan li dar dixe, li Mezargeha Şehîd Delîl Saroxan. 15.00. BI WÊNE Û DÎMEN