Li Girê Spî ji ber rewşa xerab a xizmetguzariyê zehmetî zêde bûne

Li bajarê Girê Spî yê di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de rewşa xizmetguzarî xerab bûye û vê jî bandor li hemû qadên din kiriye bê ku tu çavdêrî û şopandin hebe.

Li Girê Spî ji ber rewşa xerab a xizmetguzariyê zehmetî zêde bûne
27 kanûn, 2025   03:35
EYN ÎSA

Di dawiya sala 2019'an de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bajarê Girê Spî dagir kir, ji wê demê ve şêniyên bajêr di rewşeke zehmet û giran de dijîn nexasim ku çeteyan dest danîne ser hemû qadên xizmetguzariyê û binesaziyê. Kehrebe buha ye, perwerdehî hatiye paşguhkirin, nan tune ye û binpêkirin didomin; ev jî hişt ku barê şêniyan giran bibe û berê xwe bidin koçberiyê.

Bi paşketina xizmetguzariyê re binpêkirinên li dijî sivîlan jî didomin. Çete bacên mezin li her kesê ku hewl dide ji ber rewşa jiyanê ji bajêr derkeve, didin û ji bo berdana welatiyên ku ew girtine jî pereyên zêde dixwazin, bê ku tu qanûn û biryarên fermî hebin.

KRÎZA NAN, DIZÎNA ARD Û XERABIYA RÊVEBERIYÊ

Li bajêr ji ber kêmbûna ard û xerabiya rêvebirina firneyan gelek firne hatin rawestandin. Agahî belav bûn ku hin berpirs û serçeteyên dewleta Tirk ard didizin û di sûka reş de difiroşin.

Ajansa me ji çavkaniyên xwecihî agahî girtin ku çeteyên "Polîsa Leşkerî" yên girêdayî dewleta Tirk ji her kesê ku di dema derbaskirina sînorê Tirkiyeyê ji aliyê dewleta Tirk ve tê girtin, 5 hezar dolar dixwaze.

PAŞKETINA KEHREBEYÊ Û KEYSBAZÎ

Li bajarê Girê Spî yê dagirkirî kehrebe xerab  û buha ye. Şîrkeya AK Energy di encama peymaneke derqanûnî de ya bi "Meclisa Xwecihî" re dest danî ser kehrebeya bajêr.

Kehrebe bi awayekî domdar qut dibe û şêniyan got ku ew bi zanabûn tê qutkirin da ku kehrebeyê bi pereyan bidin kargehên xizmetguzarî û pîşesazî.

PERWERDEHÎ BI PAŞ KETIYE

Ji vê rewşa xerab qada perwerdehiyê bêpar nema. Li dibistanên bajêr perwerdehî paş ketiye û hatiye paşguhkirin. Di seramaya zivistanê de jî de dibistanan de jî sobe û mazot tune ne.

Ev rewş hişt ku mamoste alternatîfa mazot û sobeyan peyda bikin û beşek mezin ji malbatan jî zarokên xwe ji ber sermayê neşandin dibistanan û di encamê de gelek zarok ji mafê perwerdehiyê bêpar man.

Ji destpêka îsal ve ji ber tecawizkirina li mamosteyê dibistanê Cuma El Hisên ê dibistsna El Sebax nerazîbûneke mezin di nav şêniyên bajêr de derket. Hat zanîn ku mamoste ji "Meclisa Xwecihî" ya bajêr xwestibû ku rewşa perwerdehiyê li bajêr û gundewarê wî pêş bixe.

(mh)

ANHA