ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25 - 8 - 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25 - 8 - 2025
25 tebax, 2025   02:00

Şêniyên bajarê Til Temirê di çarçoveya amadekariyên kampanya komkirina îmzeyan de ku dê li Sûriyeyê di çarçoveya kampanya “Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” de dest pê bike, gotin ew amade ne tev li kampanyayê bibin. BI WÊNE Û DÎMEN

Nûnerê PYD`ê yê Şamê Mihemed Emîn Elîko got: “Naveroka dirûşma gelê Sûriyeyê yek e`, li benda rewabûneke nîştimanî ye ku wê vejîne. Lihevkirina 10`ê Adarê ya di navbera QSD û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de, ji bo yekitiya Sûriyeyê tovika hêviyê ye.” BI WÊNE Û DÎMEN

Şêxê eşîra El Buşêx, ji êla Begara, diyar kir ku ew hewldanên derxistina fitne û nakokiyan qebûl nakin û piştgiriya xwe ji bo QSDˊê û peymana 10`ê Adarê anî ziman. BI WÊNE Û DÎMEN

Malbata Reşîd Ereb zêdetirî sed sal e, merengoziyê (dartiraşî) dike. Ji bapîr heta nevî û nevîçirkan, bi amûrên kevin pîşeya xwe didomînin. BI WÊNE Û DÎMEN

Xwendekarên Peymangeha Bilind a Huneran û Dibistana Muzîka Kilasîkî şahiyeke muzîkê li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle ya bajarê Dêrikê li dar dixin (18:30). BI WÊNE Û DÎMEN

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê bi meşekê li pêşiya hola 8'ê Adarê ya rojavayê taxa Şêxmeqsûd a Helebê banga azadiya Rêber Abdullah Ocalan dikin (18:00). BI WÊNE Û DÎMEN