QSD`ê êrişeke komên girêdayî hikumeta Şamê têk bir

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Kesrayê êrişeke komên çekdar ên girêdayî hikumeta Şamê li dijî nuqteyeke wan a leşkerî têk bir û bersiva êrişê dan ku di encamê de gelek êrişker birîndar kirin.

QSD`ê êrişeke komên girêdayî hikumeta Şamê têk bir
24 tebax, 2025   21:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî êrişê daxuyaniyek da. 

Di daxuyaniya navendê de ev agahî hatine parvekirin: “Ji bo derxistina tevliheviyê û têkbirina ewlehiyê, hemwextî êrişên DAIŞ`ê, komên girêdayî hikumeta Şamê, nuqteyeke leşkerî ya hêzên Meclisa Leşkerî ya Kesrayê li bajarokê Cenîne yê rojavayê Dêrazorê bi çeka BKC`ê û dronekê, êriş kir.

Şervanên me bi lehengî bersiva êrişê dan û di encamê de gelek êrişker birîndar bûn. Her wiha 5 şervanên me jî birîndar bûn.

Ev êrişên xedar, li pêşiya me nabin bend ku em erka xwe bînin cih. Hikumeta Şamê berpirsa rasterast a kiryarên van koman e. Em bang lê dikin ku divê endamên xwe kontrol bike û êrişên wan rawestîne.”

(şx)