Li Efrîna dagirkirî çete bi hev ketin

Li navçeya Şiyê yê bakurê Efrînê komên çeteyan bi hev ketin.

Li Efrîna dagirkirî çete bi hev ketin
24 tebax, 2025   22:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên xwecih, li hin cih û bendên El Emşat komên çeteyan bi hev ketine.

Di encamê de li gorî çavkaniyan, zirarên madî li avahî, mal û milkên şêniyan hatine, lê heta niha der barê windahiyên canî de ti agahiyeke fermî nehatiye bidestxistin.

Çavkaniyan, diyar kir ku dema pevçûnê şêniyên gundên nêzî cihê bûyerê tirsîne û xof ketiye dilê wan.

(şx)

ANHA