ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25 - 6 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25 - 6 – 2025
25 hezîran, 2025   02:00

Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya li kantonên Tebqa, Reqa û Dêrazorê şêwirên xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan li dar dixe. BI WÊNE Û DÎMEN

Rewşenbîrên bajarê Şedadê, helwesta hikumeta derbasbûnê ya Şamê der barê vegerandina koçberan de şermezar kir. Rewşenbîran got vegera koçberan gaveke girîng e, ji bo pêkanîna jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyên Sûriyeyê de. BI WÊNE Û DÎMEN

10 sal di ser komkujiya gundê Berxbotanê yê Kobanê re derbas bûn ku çeteyên DAIŞ’ê kiribû. Nebîl Ebudilrezaq Keçel ku di komkujiyê de dê, bav û xwişka wî şehîd bûne, diyar kir ku çi qas sal derbas bibin jî ew komkujî nayê jibîrkirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Ehmed El Ebas ê ji gundê Simêhan Xerbî yê Til Birakê, ji ber hezkirina xwe ya ji çandiniyê re mala xwe kiriye şitilgeh ku tê de bi dehan cureyên dar û giyayan hene. El Ebas ev hewesa xwe ji xwe re kiriye çavkaniya debara jiyanê jî BI WÊNE Û DÎMEN.

Însiyatîfa Gel a bajarê Qamişlo û Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê ya Qamişloyê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, meşekê ji Çerxerêya Osman Sebrî ve li dar dixin, (18:00). BI WÊNE Û DÎMEN