Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd wê komîsyonek bê avakirin

Partiyên siyasî wê di nava heftiyekê de pêşniyazên xwe yên têkildarî komsyonê pêşkêşî Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş bikin. Piştî ku Kurtulmuş pêşnûmeyê ji partiyan re pêşkêş bike, wê komîsyon bê avakirin.

Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd wê komîsyonek bê avakirin
24 hezîran, 2025   23:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş û serokwekîlên komên partiyên siyasî ji bo şopandina pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd, li Meclîsê ji bo avakirina komîsyonekê civiyan. Civîna li Meclîsê bi tevlîbûna serokwekîlên komên AKP, MHP, DEM Partî, CHP, ÎYÎ Partî û Yenî Yolê hat lidarxistin. Civîn nêzî 2 saet û nîvan dom kir.

DI CIVÎNÊ DE ÇI HAT AXAFTIN?

Li gorî nûçeya MA’yê, mijarên weke Rêznameya Navxweyî, kar û barên meclîsê bûn rojeva civînê. Her wiha di civînê de li ser pêvajoyê wê komîsyon bê avakirin yan na, komîsyon wê di kîjan rewşê de bê avakirin, ku bê avakirin wê di kijan çarçoveyê de û kengê bê avakirin nirxandin hatin kirin.

Di civînê de hemû partiyên siyasî nêrînên xwe yên der barê avakirina komîsyonê de ku komîsyon wê bi qanûnek taybet yan jî bi rêyek din bê avakirin parvekirin û pêşniyazên xwe kirin. Partiyên siyasî wê nêrînên xwe di çarçoveyekê de amade bikin û di nava heftiyekê de pêşkêşî Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş bikin. Numan Kurtulmuş wê pêşniyaz û nêrînên partiyan li ber çavan bigre û pêşnûmeyekê pêşkêşî partiyan bike.

Li gorî heman nûçeyê, piştî van geşedanan komîsyon wê bi teqezî bê avakirin. Lê belê dem û wextê komîsyonê ne diyar e. Hate zanîn ku Kurtulmuş dixwaze komîsyon beriya meclîs bikeve betlaneya havînê bê avakirin. Eger ev xebat di wextê xwe de biqede, Kurtulmuş wê ragihandina wê bike. Di heman demê de komîsyon wê ji 35 endaman pêk bê.

Dê hewldanek mezin bê kirin ku her kes di komîsyonê de bê temsîlkirin û komîsyon bibe xwedî piralîparêz. Her wiha ji bo partiyên siyasî yên koma wan di meclîsê de tune ne tevlî komîsyonê bibin wê bi baldarî xebat bên meşandin.

Hîna ne diyar e ku wê komîsyon di aliyê qanûnî yan jî rêyek din bê avakirin. Di vê mijarê de nezelalî didome, lê di hevdîtinan de DEM Partiyê îsrar kir ku komîsyon divê wekî komîsyonekî pispor be, anku bi qanûnê bê avakirin, xebatên xwe bi vî rengî bimeşîne. Ji ber ku ev yek dê pêvajoyê bibe zemînekî sexlemtir. Lê belê hin nûnerên partiyên siyasî diyar kirin ku komîsyon dikare rasterast bi înîsiyatîfa Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş jî bê avakirin û bi vê rêbazê jî dikare kar bike.

Li gorî heman nûçeyê, ji derveyî ÎYÎ Partî ti partiyek din li dijî avakirina komîsyonê helwestek neyînî nîşan neda û hat xwestin ku komîsyon bi lez bê avakirin.