Koçberên Efrînê yên li Helebê daxwaza bidawîkirina dagirkeriyê kir

Koçberên Efrînê û şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi meşekê daxwaza vegera ewle û derxistina dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji herêmê kir.

Koçberên Efrînê yên li Helebê daxwaza bidawîkirina dagirkeriyê kir
Koçberên Efrînê yên li Helebê daxwaza bidawîkirina dagirkeriyê kir
Koçberên Efrînê yên li Helebê daxwaza bidawîkirina dagirkeriyê kir
Koçberên Efrînê yên li Helebê daxwaza bidawîkirina dagirkeriyê kir
Koçberên Efrînê yên li Helebê daxwaza bidawîkirina dagirkeriyê kir
Koçberên Efrînê yên li Helebê daxwaza bidawîkirina dagirkeriyê kir
Koçberên Efrînê yên li Helebê daxwaza bidawîkirina dagirkeriyê kir
Koçberên Efrînê yên li Helebê daxwaza bidawîkirina dagirkeriyê kir
Koçberên Efrînê yên li Helebê daxwaza bidawîkirina dagirkeriyê kir
24 hezîran, 2025   23:24
HELEB

Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, ji bo şermezarkirina binpêkirinên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrîna dagirkirî meşek li dar xist. Şênî û koçberan di meşê de banga misogerkirina vegera ewle û vekişîna dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji herêmê kir.

Di meşê de bi sedan koçberên Efrînê û şêniyên herdu taxan, nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl, meclis, komîn û Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdar bûn.

Di meşê de pankartên "Daxwaza me vegera ewle û rûmet li Efrînê û derxistina dagirkerî û komên wê", "Bimire îxanet" û "Berxwedan jiyan e" hatin bilindkirin.

Meş ji pêşiya hola 8'ê Adarê ya rojavayê taxa Şêxmeqsûd dest pê kir, li nav kolanên sereke yên taxê geriya û ber bi qada li nêzî Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo ya taxa Eşrefiyê ve bi rê ket.

Li wir meş veguherî mîtîngî, hevserokê Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Nûrî Şêxo axivî û got divê alî pabendî peymana 10’ê Adarê îmze kirine, bin, li gorî civîn û nîqaşên bi bend û biryaran bi dawî bûne tev bigerin.

Şêxo bang li hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de li hember binpêkirinên li dijî xelkê Efrînê bi destê çeteyên dewleta Tirk a dagirker dibin, ji bêdengiya xwe derkeve.

Dûre endama Şaredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Şehînaz Horo bang kir ku vegerek ewle û rûmet ji bo koçberên Efrînê misoger bikin, dagirkerî û tevahî komên wê ji herêmê derxin, divê mal û milkên welatiyan bêyî tu astengiyan li xwediyên wan werin vegerandin, girtiyên li gel dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bêyî tu şert û mercan werin berdan.

(mh/fr)

ANHA