ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-01-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-01-2026
25 ÇILE, 2026   02:00

Hevseroka Meclisa Bajarê Til Temirê diyar kir ku ragihandina rewşa seferberiya giştî bû bersiva rewşa heyî ji bo parastina herêmê. Her wiha da zanîn ku xebata saziyan bê navber berdewam dike, meclis xizmetên bingehîn peyda bike û hevkariyê bi komîteyên taxan re xurt dike da ku civakê bi rêxistin bike û sivîlan biparêze. BI WÊNE Û DÎMEN

Jineke ji pêkhateya Ereb li bajarê Çilaxa tevî sermayê jî, zaroka xwe ya biçûk hildigire û bajarê xwe diparêze. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên Siwêdayê li dijî êrişan piştgiriya xwe bi Kurdan û Rojava re anîn ziman û gotin êriş û komkujiyên li dijî Kurdan têne kirin, beriya niha li Siwêdayê jî hatibûn kirin. Şêniyan got, ew bi dil û can bi Kurdan re ne. BI WÊNE Û DÎMEN

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Hesen Şero diyar kir ku tevahî sazî û dezgehên kantona Cizîrê di seferberiya xizmetguzariyê de ne. BI WÊNE Û DÎMEN

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên hefteya borî de bal kişand ser gurkirina aloziyê ji hêla hikumeta demkî ve, texmînên vejandina DAIŞˊê û avakirina bloka herêmî ya nerm li Rojhilata Navîn.