Fermandarekî QSD: Yekitiya gelan ji fitne û komployên we bi hêztir e

Fermandarekî QSDˊê ji bajarê Hesekê peyamek da, diyar kir ku yekitiya pêkhateyan li hember fitneyan mertala xurt e. Fermandar got "Biratiya gelan wê bimîne" û komplo têk çûn.

Fermandarekî QSD: Yekitiya gelan ji fitne û komployên we bi hêztir e
25 ÇILE, 2026   00:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarekî QSDˊê ji bajarê Hesekê li derdora wî bi dehan parêzvanên bajêr bi coş û ruhê berxwedanê sekinîne, peyamek da.

Fermandar di peyama xwe de got: "Ji vê biratiya gelan dest pê kir û wê bimîne. Komploya we ya bi armanca derbekirina pêkhateyan aşkera bû. Em şerê hev du nakin, wê dawî li fitneyê bê. Em soz didin tevahî pêkhateyan em ê bi ser bikevin."

Fermandar xîtabî dewleta Tirk kir û ku "Komploya we têk çû", Yekitiya gel ji her planeke derve bihêztir e.

Fermandar gotinên tûj ji çeteyên êrişî şervana Kurd kirine û keziya wê birîne kirin û got: "Ka exlaqê Ereban ji vê kiryarê? Ji bo her kurd û erebekî birûmet divê em tola şervana ku bi canê xwe parastina xak û rûmetê kiriye hildin."

(fr)