ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24 - 8 - 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24 - 8 - 2024
24 tebax, 2024   02:00

Herêma Dêrezor heta 2019’an yek ji navendên girîng ên çeteyên DAIŞ’ê bû û heman salê ji aliyê hêzên QSD’ê ve hat rizgarkirin. Lê êrişên li ser herêmê navber bi navber her dom kirin û gelek hêz piştgiriya van êrişan dikin. Dikare bê gotin ku li pişt êrişên komên girêdayî Hikûmeta Şamê û çeteyên Dîfa El-Wetenî 7’ê Tebaxa 2024’an pêk anîn jî, hêzên ku tevlî civînên Astanayê bûne, hene. 

Şêniyên kantona Efrîn-Şehbayê diyar kir ku ew di pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de bi israr in. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li pişt perdeya êrîşên çeteyên girêdayî hêzên Hikûmeta Şamê û Dîfa El-Wetanî yên 7’ê Tebaxê li dijî Kantona Dêrazorê hatibûn destpêkirin, planên hevdîtinên Astanayê hene.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Rewşenbîran diyar kir ku peymanên di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Iraqê de dê bandorên neyînî li gelên Iraq û Sûriyeyê bikin. Rewşenbîran ji ber peymanan hişyarî da. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Girtiyê azadiyê Dijwar Îsmaîl diviyabû 3 sal beriya niha hatiba berdan, lê bi hincetên cuda berdana wî tê taloqkirin. Malbata girtiyê 64 salî ku gelek nexweşiyên wî hene û divê were emeliyatkirin, banga alîkariyê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Burhan Hesko bi rêya hin teknîkên destan, tevî ku amûrên nûjen ên teknolojiyê pêş ketine, li ser textikan xêz dike û wan dike berhemên hunerî. Burhan di wê baweriyê de ye ku berhemên kevnar ên bi destan hatine çêkirin di aliyê kalîteyê û şekil de, ji yên niha têne çêkirin balkêşti in. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tomarkirina navan di Zanîngeha Rojava de ji bo sala 2024-2025 sibe li avahiya zanîngehê ya Qamişlo dest pê dike. Saet di 10:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

PYD`ê konferansa xwe ya damezirîner a 1'emîn li kantona Minbicê bi dirûşma "Rêxistinkirin û parastin bingeha civaka siyasî ya demokratîk û azad e" li Navenda Çandê ya bajêr li dar dixe. Saet di 10:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Çandê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşangeha hunera destkariyê bi dirûşma "Li ser rîtma rengên Sûriyeyê" li hola El Erd El Seîde ya kantona Reqayê li dar dixe. Saet di 10:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêxistinên Civaka Demokratîk a kantona Reqayê û Nivîsgeha Ciwanan a Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê paneleke diyalogê bi navê "Rola yekitî û rêxistinan di têkoşîna li dijî narkotîkê de" li hola Yekitiya Parêzeran a Reqayê li dar dixe. Saet di 10:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 YRJ der barê hedefgirtina Gulistan Tara û Hêro Behaedîn ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyekê li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişlo dide. Saet di 11:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

9'emîn Mîhrîcana Zarokan li hola Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a Rimêlanê didome. Saet di 16:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya bajarê Holê paneleke diyalogê bi navê "Şerê gelê şoreşgerî" li hola civînan a bajarokê Um Hucêra li dar dixe. Saet di 18:00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)