Ji KNK’ê peyama"Em ê nehêlin meşaleya di destê rojnamevanan de vemire"

KNK’ê êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser rojnamevanan şermezar kir û ev peyam da "Em ê nehêlin meşaleya di destê van rojnamevanan de vemire."

Ji KNK’ê peyama"Em ê nehêlin meşaleya di destê rojnamevanan de vemire"
24 tebax 2024   08:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Çapemeniyê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî êrişa dewleta Tirk a duh a li ser wesayîta rojnamevanên çapemeniya azad a li navçeya Seyîdsadiq a bajarê Silêmaniyê ku di encamê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn şehîd bûn û 6 rojnamevan jî birîndar bûn, daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:

"Dewleta Tirk a dagirker her tim hemû rêbazên şer û zextê li dijî gelê Kurd, şoreş û destkeftiyên wê bikar tîne. Lê belê nekariye cesareta gel û berxwedana leheng a gelê Kurd bişkîne. Komplo û êrişên dewleta Tirk ên li pey hev hatine pûçkirin. Ev êrişa li dijî rojnamevan û dengê azad yê gelê Kurd, her çendî bû sedema windahiyên mezin jî, lê dîsa bê encam dimînin. Rojnamevanên wêrek û dirust her tim bûne dengê rast yê gel û mafên wan yên rewa. Rojnamevan û kedkarên çapemeniy azad, her tim rastiya dagirkerî, zext û zilma wan derxistiye holê. Lewma jî ne ecêbe ku dewleteke dagirker û dîktatorekî modern ji pênûs û kameraya rojnamevanan bitirse.

Em weke Komîteya Çapemeniyê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji malbat, hempîşe û hevrêyên şehîdên Dengê Azadiyê re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re jî şîfaya lezgîn dixwazin. Em van sûcên hovane yên dewleta Tirk û hikûmeta Erdogan-Baxçelî bi tundî şermezar dikin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê nehêlin meşaleya di destê van rojnamevanan de vemire. Em ê têkoşîna wan a ji bo aşkerekirina rastiya faşîzm û dagirkeriya dewleta Tirk bidomînin.