Bi hunera xwe daran dixemilîne

Burhan Hesko bi rêya hin teknîkên destan, tevî ku amûrên nûjen ên teknolojiyê pêş ketine, li ser textikan xêz dike û wan dike berhemên hunerî. Burhan di wê baweriyê de ye ku berhemên kevnar ên bi destan hatine çêkirin di aliyê kalîteyê û şekil de, ji yên niha têne çêkirin balkêşti in.

Bi hunera xwe daran dixemilîne
Bi hunera xwe daran dixemilîne
Bi hunera xwe daran dixemilîne
Bi hunera xwe daran dixemilîne
Bi hunera xwe daran dixemilîne
Bi hunera xwe daran dixemilîne
Bi hunera xwe daran dixemilîne
Bi hunera xwe daran dixemilîne
Bi hunera xwe daran dixemilîne
Bi hunera xwe daran dixemilîne
24 tebax 2024   07:35
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Burhan Hesko ku hemû amûrên nûjen ên teknolojiyê red dike û di bikaranîna amûrên sade yên bi destan de îsrar dike, berhemên hunerî yên tijî hûrgiliyên balkêş bi destên xwe diafirîne.

Hesko di saetên sibeha zû de odeya xwe ya biçûk vedike, amûrên xwe yên madenî datîne ser maseya xwe ya textî û dest bi xêzkirina textikan dike.

Hesko ji gundê Xeraba Silûk ê bajarê Reco yê Efrîna dagirkirî ye. Ew li ser mobîliya, mase û kursiyên textîn bi baldarî neqşên xweşik xêz dike.

QONAXÊN KARÊ WÎ

Heskoyê ku bavê 2 xortan û keçekê ye, di 14 saliya xwe de piştî ku di qonaxa navîn de dev ji xwendinê berda, li Helebê li ba şêniyekî Efrînê dest bi fêrbûna xêzkirina li ser textan kir.

Di malbata xwe de Hesko ne yê tekane ye ku fêrî vê pîşeyê bûye. Her wiha 2 birayên wî jî di vî karî de dixebitin, lê wan ev kar ji bavê xwe negirtiye.

Hesko got: "Mijar ne hêsan bû, ked û sebireke mezin jê re pêwîst bû. Lê min ev huner nas kir û ez tê de bi pêş ketim û di 2004'an de min hewl da cihekî ji xwe re peyda bikim da ku tê de kar bikim. Min ew cih jî li taxa Eşrefiyê ya Helebê dît."

Bi destpêka aloziya Sûriyeyê re Hesko vegeriya Efrînê û li wir ji ber rewşa jiyanê û kêmbûna derfetan nikaribû karê xwe bidomîne.

Di 2018'an de dema ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagir kir, Hesko koçberî Helebê bû û tevî ku gelek salan ji karê xwe dûr mabû, dîsa jî ji bo peydakirina pêdiviyên malbata xwe wî odeyek ji mala hunermend Bavê Selah ji xwe re girt û tê de karê xwe domand.

JI BO HER PARÇEYEKÊ ROJEK TAM PÊWÎST E

Hesko diyar kir ku ji bo çêkirina parçeyeke textî rojeke tam pêwist e û got: "Ew jî li gorî zehmetbûna neqşa ku tê xêzkirin e. Lê belê herî kêm rojek pêwîst e, ji bo hin parçeyan jî 2-3 roj pêwist e."

Hesko naxwaze amûrên teknolojiyê yên nûjen bi kar bîne. Herî zêde li ser textê dara spînderê xêz dike ji ber ku qewîn e û di heman demê de nerm e û xzêkirin li ser hêsan e.

DORPÊÇA HIKUMETA ŞAMÊ LI SER ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ

Hesko diyar kir ku rûbirûyî gelek zehmetiyan e ji ber ku hikumeta Şamê tax doprêç kiriye û bi hêsanî nikare berhemên xwe ji taxê derxe û derbasî taxê bike.

Der barê de Hesko got: "Ew rê nadin me ku em bi serbestî kar bikin. divê em li beramber her parçeyekê 30 hezar lîre bidin."

Hesko diyar kir ku qezenca vî karî ne bi qasî westandinê ye û tenê beşeke pêdiviyên malbatê pê peyda dike lê ji ber ku ji vê pîşeyê hez dike, dev jê bernade.  

(mh)