ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-7-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-7-2025
24 tîrmeh, 2025   02:00

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok diyar kir ku ev komkujiya niha li ser Elewiyan, Durziyan, Xiristiyanan tê kirin, xetereyeke pir mezin nîşanî gelên di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dide û tekane rê xweparastin û birêxistinbûn e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di çarçoveya xebatên ji nû ve sererastkirin û rêxistinkirina komînan, wê di navbera 10 û 16’ê Tebaxê de li bajaran konferans werin lidarxistin.          

Nivîskar û lêkolînerê siyasî yê sûriyeyî Malik El Hafiz tekez kir ku ne tenê şerê dirêj û dabeşbûnên kûr ên civakî dibin asteng li pêşiya demokratîkbûna li Sûriyeyê, lê di heman demê de astengiyên bingehîn jî hene ku têkildarî desthilatdariyê û pergala wê ya ramyarî û siyasî ne(BI WÊNE Û DÎMEN).

Munîr Edîb hişyarî da ku Sûriye ber bi kaos û parçebûnê ve diçe û diyar kir ku hikumeta veguhêz berpirsyarê gurbûna tundiyê û komkujiyên li dijî sivîlan e, bi taybetî li deverên peravê û Siwêdayê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Jinan diyar kir ku rewşa heyî ya li Sûriyeyê ya piştî hilweşîna rejîma Baasê ne li gorî hêviyên şoreşê ne û hişyarî li ser xetereyên da. Jinan diyar kir ku Rêveberiya Xweser û Hevpeymana Civakî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Sûriyeyê çarçoveyeke berfireh û îdeal in. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di çarçoveya plansaziya guhertina materaylên dibistanên seretayî, navîn û amadehî de, qonaxa duyemîn temam bû. Qonaxa sêyem jî dest pê kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê Holê diyar kir ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan û bersivdana PKKˊê ya ji bangê re gavên ber bi aştiyê ve ne û serkeftinek e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dibistana Hunera Zarokan a Havînî ya bajarê Dêrikê li parka Çarçila şahiyekê li dar dixe saet di 20:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Çalakvan û rêxistinên civaka sivîl a bajarê Qamişloyê ji bo piştgiriya qurbaniyên bûyerên dawîn li parêzgeha Siwêdayê, li pêşiya çapxaneya Rênas a kolana Amûdê çalakiyekê li dar dixe saet di 19:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Tirbespiyê şehîdên mehên Hezîran û Tîrmeh ên di dem û cihên cuda de şehîd bûne, li avahiya PYD`ê bibîr tîne saet di 10:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Mala Êzidî ya kantona Cizîr û Efrînê, bi dirûşma “Bi hêza jinan siyasetên radîkan dişikînin û Sûriyeya demokratîk dê ava bikin” li Mala Êzidî ya bajarê Tirbespiyê panelekê li dar dixe saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîsgeha Têkiliyan a MSD`ê têkildarî geşedanên dawîn li herêmê li hola ART FM ya li bajarê Amûdê panelekê li dar dixe saet di 18:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Akdemiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Mensûra yê kantona Tebqayê dewreya perwerdê ya efseran bi merasîmekê dawî dike. (08.00) BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Gelan a Demokratîk a kantona Tebqayê û Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonê, Meclisa Tenduristiyê ava dike saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

PYD`ê Konferansa Pêşengên Netewa demokratîk û Civaka Komînal li nivîsgeha xwe ya li Hesekê li dar dixe saet di 8:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şaredariya Gel a bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê kampanya paqijkirinê ya civakî li dar dixe saet di 9:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)