Japonya û Yekîtiya Ewropayê piştgirî da gelê Sûriyeyê

Yekîtiya Ewropayê û Japonyayê pabendîbûna xwe ya tevahî ji bo piştgiriya hewildanên avakirina pêşerojeke aram li Sûriyeyê nîşan dan û destnîşan kirin ku ew piştgiriya gelê Sûriyeyê dikin.

Japonya û Yekîtiya Ewropayê piştgirî da gelê Sûriyeyê
23 tîrmeh, 2025   23:48
NAVENA NÛÇEYAN

Yekitiya Ewropayê û Japonyayê di daxuyaniyeke hevbeş de pabendîbûna xwe ya tevahî ji bo piştgiriya pêşerojeke aram li Sûriyeyê diyar kirin û di daxuyaniyeke hevbeş de tekez kirin ku piştgiriya wan ji bo gelê Sûriyeyê di lêgerîna wan a ji bo pêşerojeke siyasî ya aştiyane, berfireh û aram de ye.

Ev yek di daxuyaniyekê de piştî lutkeya YE-Japonyayê ya îsal li ser malpera Komîsyona Ewropayê hat dayîn.

Herdu aliyan di daxuyaniyê de pabendîbûna xwe ya ji bo pêşxistina aştî û aramiya herêmî li Rojhilata Navîn bi zelalî destnîşan kirin û daxwaza agirbesteke lezgîn û mayînde li Şerîda Xezeyê kirin.

(ac/şx)

ANHA