Li gundewarê Swêdayê careke din agirbest hat binpêkirin

Li gundewarê rojavayê bajarê Siwêdayê yê Sûriyê agirbest hat binpêkirin, ji ber ku çekdarên girêdayî hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê tevî peymana agirbestê êrişî gundekî kirin.

Li gundewarê Swêdayê careke din agirbest hat binpêkirin
23 tîrmeh, 2025   22:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî êrişa hikûmeta veguhêz a Sûriyê li ser gundê Rîma Hazim li rojavayê Siwêdayê, demek kurt berê li Siwêdayê di navbera şervanên xwecihî û çekdarên hikûmeta veguhêz a Sûriyê de şer derket.

Nûçegihanê me ragihand ku ji ber pevçûn dijwar, ji her du aliyan jî kuştî û birîndar hene.

Her wiha çekdarên hikûmeta veguhêz êrişî gundê Um El Zeytûn li heman gundewarî jî kirin, ku ev jî bû sedema şer.

Ev roja sêyemîn a peymana agirbesta bi piştgiriya navneteweyî di navbera hikûmeta veguhêz û serokatiya ruhanî ya civaka Durzî de ye. Ev êriş binpêkirinek eşkere ya peymanê ye.

(ac-şx)