ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-3-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-3-2025
23 adar, 2025   02:00

Bi sedan salan elewî li Sûriyeyê ji ber cudahiyên xwe yên olî rastî komkujî û zilmê hatin, bi taybetî bi destê Osmaniyan. Ew jî neçar man xwe li çiyayan bigirin. Lê ev yek jî bû sedem ku demên dirêj di hêla civakî û siyasî de bi tenê bimînin.

Pisporê tevgerên tundraw û terorîzma navneteweyî Mûnîr Edîb got çeteyên DAIŞ’ê nehatine jinavbirin, lewra em nikarin behsa vegera wan bikin û bang li hêzên herêmî û navneteweyî kir ku ji aliyê leşkerî, ewlekarî û îdeolojîk ve li dijî DAIŞ’ê tev bigerin.

Mafnas û parêzeran têkildarî Danezana Destûrî ya ku ji aliyê desthilata Şamê ve di 13’ê Adarê de hatiye îmzekirin, got pir şaşiyên yasayî tê de hene ku şaşiyên rejîma berê dubare dikin.

Çavdêran diyar kir ku li pêşberî rêkeftinên Şamê û QSD’ê astengî hene, bi taybet jî destwerdanên Tirkiyeyê, her wiha rageşiya li Yemenê deriyekî li pêş sînaryoyên xeternak vedike, di deman demê de jî siyasetên Erdogan gefan li asyonên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê dixwin.

Xelkê bajarên Hesekê, Dirbêsiyê û Til Temirê yên kantona Cizîrê ji bo tev li çalakiyên parastina Bendava Tişrînê bibe, sibe bi karwanekê ji bajarê Hesekê ve berê xwe dide bendavê, (08:30). BI WÊNE Û DÎMEN

Yekemîn Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi diruşma "Bi pêşengiya Jinên Kurd Yekitiya Netewî ya Kurd misoger dibe" li hola Parka Azadî ya Qamişloyê li dar dikeve, (09:30). BI WÊNE Û DÎMEN

Bi sernavê "Nasnameya Kurdî di Danezana Destûrî ya Sûriyeyî de" li Zanîngeha Rojava ya Qamişloyê paneleke diyalogê tê organîzekirin, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Heyva Sor a Kurd der barê karwana alîkariyên ku şandiye perava Sûriyeyê li bajarê Hesekê yê kantoan Cizîrê daxuyaniyekê ji raya giştî re dibe, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê helbestvanê Kurd Seydayê Tîrêj di salvegera 23’yemîn a koça wî de bi şevbuhêrkeke hunerî li Qamişloyê bi bîr tîne, (15:00). BI WÊNE Û DÎMEN