Heftename: Astengiyên rêkeftinên QSD’ê û Şamê

Çavdêran diyar kir ku li pêşberî rêkeftinên Şamê û QSD’ê astengî hene, bi taybet jî destwerdanên Tirkiyeyê, her wiha rageşiya li Yemenê deriyekî li pêş sînaryoyên xeternak vedike, di deman demê de jî siyasetên Erdogan gefan li asyonên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê dixwin.

Heftename: Astengiyên rêkeftinên QSD’ê û Şamê
23 adar, 2025   04:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya borî di mijarên xwe de bal kişand ser rêkeftinên di navbera QSD û Şamê de, rageşiya li ser sînorê Lubnanê, nakokiya li Tirkiyeyê û rageşiya li Yemenê.

QSD`Ê Û ŞAM: LIHEVHATINEKE BERFIREH YAN RÊKEFTINÊN DEMKÎ?

Tora El Hura ya Erebî ku toreke Amerîkî ye, behsa pêşketinên lihevkirina navbera hikûmeta Şamê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) kir û got: "Bertekên Sûriyeyiyan li ser giringiya rêkeftina dawî ya di navbera QSDê û şandeya Şamê de  ne weke hevûn, derbarê pêwîstiya agirbestê û bandora wê li ser rewşa welat."

Her wiha bal kişand ser wê yekê ku "di dema ku hin kes vê rêkeftinê weke gaveke girîng ji bo yekitiya rêzan û bihêzkirina helwesta  Sûriyeyê li hember kêşeyên herêmî dibînin, hinên din jî di wê baweriyê de ne ku ew rêkevgin hîn rastî kêşeyên girîng tê ji ber berdewamiya piştevaniya Tirkiyê bo komên çekdar û nehiştina beşdarbûna pêkhateyên din di proseya siyasî de. "

METIRSIYÊN KU RAGEŞIYA DI NAVBERA LUBNAN Û SÛRIYEYÊ DE VEGUHERE ŞERÊ ŞIKANDINA HESTIYAN

Rojnameya El Ereb a Londonê jî rageşiya vê dawiyê ya di navbera artêşa Lubnanê û desthilata Şamê de rojev kir. Rojnameyê diyar kir ku dibe ev rageşî veguhere "Şerê şikandina hestiyan". Hate gotin, her aliyek hewl dide heybeta xwe û kapasîteya parastina ewlehiya neteweyî ferz bike.

Li gorî rojnameyê; aloziya Lubnanê di çarçoveya bihêzkirina helwesta serokatî û dezgehên leşkerî yên Lubnanê yên li hemberî bandora siyasî û leşkerî ya Hizbullahê de tê.

‘GELO TRUMP ŞEREKÎ NÛ LI HERÊMÊ DAYE DESTPÊKIRIN?’

Rojnameya El Quds El Erebî jî cih da êrişên DYA’yê yên li dijî Hûsiyên li Yemenê.

Hate diyarkirin ku ev êriş li ber senaryoyên xeternak ne tenê li Yemenê, lê li tevahiya herêmê vedike û dibe ku Îranê ber bi pêkanîna tedbîrên giran ên dijber ve biavêjo.

GIRTINA ÎMAMOGLÛ DERBARÊ HEWLDANÊN AŞTIYÊ YÊN BI KURDAN RE GUMANAN ÇÊDIKE

Rojnameya El Ereb ku durûtiya siyaseta dewleta Tirk a li hemberî Kurdan nirxand diyar kir ku "Li gorî siyasetmendarên alîgirên doza Kurd, ev geşedanan ne tenê gefan li îhtîmalên bidawîkirina şer li hemberî PKK’ê dixwe ku di encamê de zêdetirî 40 hezar kes hatin kuştin, lê di heman demê de gefan li asoyên demokratîkirina Tirkiye bi giştî dixwe."

Hate gotin ku hikumeta Tirk siyaseta tengavkirinê didomîne û ev jî astengiyek mezin li pêşiya lihevhatina çaverêkirî dike. Rojnameyê bi bîr xist ku desthilata Tirk di Kanûna 2024’an lêpirsînek li dijî hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan re vekir û cezayên nû li dijî Rêber Abdullah Ocalan birîn. Der barê vê yekê de hat gotin "Li gorî hin kesan eger armanca rasteqîn a Erdogan, lihevhatina bi Kurdan rebûye, cezayên nû li dijî Ocalan nedibirîr."

Rojnameyê bal kişand ser vê yekê  jî "Tevî ku Ocalan ragihand ku divê PKK’ê xwe fesih bike û banga çekdanînê kir, lê hikumeta Tirk tu nexşerê hilnebijartiye û niyetên wê yên der barê aso û siberoja pêvajoyê de ne zelal dimînin."

(fr)