Li Idlibê serkirdeyekî "Cebhet El Nusra" hat kuştin

Li gundewarê Idlibê serkirdeyekî ku hemwelatiyê Iraqê ye bi guleyên çekdarên nenas hat kuştin. Li gorî agahiyan navê serkirde "Ebû Xalid El Iraqî El Samuraî" ye.

Li Idlibê serkirdeyekî "Cebhet El Nusra" hat kuştin
22 adar, 2025   23:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çekdarên nenas serkirdeyekî iraqî li ser rêya Dilbiya Selqîn ê gundewarê Idlibê kuşt.

Li gorî heman çavkaniyê, serkirdeyê bi navê "Ebû Xalid El Iraqî El Samuraî" di nava Cebhet El Nusra ya berê de bû, li Dêrazorê kar kiriye û derbasî bakurê Sûriyeyê bûye û li wir weke muxtarê Iraqiyan kar kiriye.

Di 1’ê Adarê de, CENTCOM’ê ragihandibû ku balafireke bêmirov erebeya Mihemed Yûsif Diyaa Talayî (Ebû Cafer El Tirkî) li ser rêya di navbera Killî û Keftîn a li gundewarê bakurê Idlibê de hedef girtiye û di encamê de hat kuştin.

(fr)