ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-12-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-12-2025
23 kanûn, 2025   02:00

Rûspiyên eşîran û çalakvanên mafên mirovan li Hesekê diyar kir ku ew zimanê nefretê napejirînin û banga diyalog û hevkariya neteweyî kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Hevserokê Meclisa Demokrtîk a Gelan diyar kir ku aloziya Sûriyeyê encama danheva siyasî û rêveberiya navendî ye ku pergalên serdest bi dehan salan ferz kirine û got Rêveberiya Xweser ji aloziya Sûriyeyê re alternatîfa demokratîk e. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji ber dorpêça hêzên hikumeta veguhêz a li ser herdu taxan û kêmbûna mazotê xwe bi şewitandina qumaşan gerim dikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Endamê Komîteya Amadekar a Yekitiya Eşîrên Kurd diyar kir ku eşîrên Kurd hewl didin di demeke nêzîk de kongreyekê li dar bixin da ku aştiyê û jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên herêmê de bi pêş bixin. BI WÊNE Û DÎMEN

Rêber Abdullah Ocalan bi banga “Aştî û Civaka Demokratîk”, li Tirkiye û Kurdistanê pêvajoyek nû da destpêkirin, rojeva tevahiya salê diyar kir.  BI WÊNE

Şêwirmend û pisporê aboriyê Şukrî Yûsif dikar kir ku tevî betalkirina Qanûna Qeyser jî, aboriya Sûriyeyê dê zû baş nebe, ji ber pirsgirêkên kûr ên avahîsaziyê, nebûna ewlehî û aramiya siyasî û veberhênana qels. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê kantona Reqayê sersaxiyê dide malbata gerîlayê HPGˊê şehîd Hesen Mihemed Îbrahîm, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Desteya Ciwan û Werzîşê ya kantona Dêrazorê civîna xwe ya salane li hola civînan a Meclisa Rêveber a Dêrazorê ya herêma Meamil li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê ji bo 2 gerîlayên HPGˊê şehîd Zinar Hesekê û Demhat Dirbêsiyê merasîma xiyabî li dar dixe, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê şervanê hêzên Komandos ên QSDˊê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a Qamişloyê oxir dike, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi hevkariya Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Firatê û Weşxaneya Ava Mîhrîcana Wêjeyî ya Kobanê ya 3ˊyemîn heta 3 rojan li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê li dar dixe, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo piştgiriya gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, û şermezarkirina êrişên komên hikumeta veguhêz li dijî her du taxan derdikevin qadan, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Çalakiyên Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê ya 11ˊemîn di roja xwe ya 4ˊyemîn de li Navenda HRRKˊê ya Qamişloyê didomin, 16.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişloyê bi dawî dibe, 17.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN