ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-09-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-09-2026
23 îlon, 2026   02:00

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Yûsif Kûtê daxwaza aşkerakirina kujerên şehîd Sîpan Hiznî kir û bang li hikumeta veguhêz kir ku hesab ji hemû kesên ku dixwazin kuştinê bikin û gefê li aştiya li herêmê bixwin bixwaze û divê hemû pêkhate bi awayekî hevgirtî li hember gotara nefretê derkevin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xwendekarên bajarê Girkê Legê diyar kir ku ew dikarin fêrî zimanên erebî, îngilîzî û yên dîtir bibin lê ew dev ji zimanê xwe yê dayikê bernadin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li Sûriyeyê xurek û sotemenî gelekî biha bûne, sûriyeyî gihîştine wê astê ku nikarin pêdiviyên xwe yên rojane dabîn bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevî biryara Wezareta Enerjiyê ya hikumeta veguhêz a diyarkirina 3 cureyên mazotê bi buhayên nû, hîn jî ji wan 2 cureyên ji bo germkirin, çandinî û veguhastina giştî negihîştine benzînxane û sûkên parêzgeha Hesekê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Lêkolînerê têkiliyên navneteweyî Tariq Wehbî got di encama pêşketinên li herêmê û bi taybet şerê di navbera Îran û DYA`yê de Hûsî hewl didin peravên rojava û herêma Bab El Mendeb kontrol bikin lê dibe ku hevsengiya hêzê ya li Yemenê biguhere.

Bi armanca redkirina birayra Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya sînordarkirina zimanê Kurd hefteyê 3 saetan tenê konê çalakiyê li pêşiya dibistana Şehîd Ahîn a bajarê Girkê Legê tê vedan, saet 10.00‘an (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê merasîma 3 şehîdan li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan li dar dixe, saet 17.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê panelekê li ser zimanê Kurdî li parka Xwendinê ya bajarê Hesekê li dar dixe, saet 18.00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN)