Li Şerîda Xezayê 2 kes hatin kuştin

Di êrişa Îsraîlê li ser Şerîda Xezayê de 2 kes hatin kuştin û 4 kes birîndar bûn.

Li Şerîda Xezayê 2 kes hatin kuştin
22 îlon, 2026   21:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Îsraîlê herêmên cuda yên Şerîda Xezayê topbaran kir, di encamê de 2 kes hatin kuştin û 4 kes di nav de zarokek birîndar bûn.

Jêderekî tibî ji Şerîda Xezayê daxuyand ku cenazeyên 2 kesan û 3 birîndar di nav de zarokek gihîştin Nexweşxaneya Şîfa ya rojavayê Xezayê. Ev êriş li taxa Tufah a bakurê rojhilatê bajêr pêk hat.

Li başûrê Şerîda Xezayê, droneke Îsraîlê êrişî erebeyekê li nêzî mizgefta El Eqad li herêma Mewasî ya Xan Yûnis kir.

Di gulebaranên hêzên Îsraîlê li herêma Mein a başûrê rojhilatê Xan Yûnisê de jinek birîndar bû.

(f)