ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22 - 6 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22 - 6 – 2025
22 hezîran, 2025   02:00

Berdevkê Hêzên Ewlekariya Hundirîn da xuyakirin ku çeteyên DAIŞ'ê hewl didin xwe ji nû ve xwe bi rêxistin bikin û endamên nû, zarok jî di nav de, tev li refên xwe bikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Jinan diyar kir ku dîtina Rêber Abdullah Ocalan ji wan re bûye daxwazeke sereke û got heya azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bibe, têkoşîna jinan dê berdewam be. BI WÊNE Û DÎMEN

Ji ber hişkesaliyê û kêmbûna baranê, ava li bendavên Çilaxa û Zaxîreyê yên kantona Cizîrê her ku diçe kêm dibe. Kêmbûna avê dê bandoreke neyînî li jîngeh û çandiniya herêmê bike. BI WÊNE Û DÎMEN

Rojnameyên erebî di mijarên xwe yên hefteya borî de bal kişand ser şerê Îranê û diyar kir ku Washingtonê xapandina stratejîk li dijî Îranê meşand, her wiha di rojnameyan de hat diyarkirin ku nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê vî şerî û aloziya li Rojhilata Navîn de girîng in. BI WÊNE

Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê şevbuhêrkek çandî, tê de helbest, stran û dîlan hene, li pêş hola meclisa bajêr li dar dixe, (18:00). BI WÊNE Û DÎMEN