Heftename: Rêveberiya Trump Îran xapand û naxwaze tev li şerekî mezin bibe
Rojnameyên erebî di mijarên xwe yên hefteya borî de bal kişand ser şerê Îranê û diyar kir ku Washingtonê xapandina stratejîk li dijî Îranê meşand, her wiha di rojnameyan de hat diyarkirin ku nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê vî şerî û aloziya li Rojhilata Navîn de girîng in.

Rojnameyên erebî di rojevên xwe de behsa analîzên têkildarî rêveçûna şerê li Îranê, helwesta rêveberiya Trump ji vî şerî û nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ji vî şerî û aloziya li Rojhilata Navîn re, kir.
ÇIMA BIJARDEYA ŞEREKÎ BERFIREH LI HERÊMÊ DÛR E?
Rojnameya El Quds El Erebî da zanîn ku beriya Tel Avîv êrişeke leşkerî ya wêranker li dijî Îranê bide destpêkirin, Washingtonê xapandina stratejîk li dijî Îranê pêk aniye, di dema pêvajoya dan û standinên bi armanca peydakirina şert û mercên lojîstîkî, leşkerî û siyasî yên ji bo destpêkirina êrişeke pêşîlêgir a ji nişka ve li dijî bernameya nukleerî ya Îranê jî manevra kiriye. Rojnameyê îşaret bi vê yekê kir ku valakirina baregehên amerîkî yên li welatan ji malbat û karmendên amerîkî tê vê wateyê ku DYA’yê biryara daye. Li gorî rojnameyê "Washingtonê, ji ber sedemên stratejîk, destûr daye ku Tel Avîvê li şûna wê vê mîsyonê pêk bîne, ji ber ku DYA’yê bandorên neyînî yên ku dê zirarê bidin berjewendiyên wê yên stratejîk li herêmê ditirse."
Rojname destnîşan kir ku "Êrişên li ser navendên nukleerî yên Îranê demjimêr paşve vegerandine. Guman tune ne ku vegera Îranê bo asta berî şer dê hewldanek girîng hewce bike, dibe ku çend salan jî bidome. Wekî din, tenê şertê Tehranê ji bo bidawîanîna şer rawestandina êrişên Îsraîlê ye. Îran ji bo lihevhatinên" li ser bernameya nukleerî vekirî ye."
TRUMP Û NEZALALBÛN
Rojnameya Şerq El Ewsat behsa nezelaliya helwesta Trump a li ser beşdarbûna di şerê li dijî Îranê de kir. Hate gotin, "Hin kesên nêzî Serokê Amerîkayê Donald Trump dibêjin, Turmp bi zanebûn di helwesta xwe ya li ser beşdarbûna di şerê li dijî Îranê de rewşek nezelaliyê diparêze. Carinan şûrê şer dihejîne, carinan jî şaxê zeytûnê radike û ala spî ya siyasetê li şûna ala sor a şer ber bi Îranê ve dihejîne."
Rojnameyê îşart bi vê yekê kir "Li gorî çavkaniyên agahdar Serok Trump hewl dide piştrast bike ku her êrişeke leşkerî ya muhtemel a ku li dijî tesîsa nukleerî ya Fordow a Îranê dê bi rastî pêwîst be û dê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê nekişîne nav şerekî demdirêj li Rojhilata Navîn."
Rojnameyê bi domdarî diyar kir " Eger Amerîka tevlî şer bibe, ev tê wê wateyê ku dê xwe bêtir û bêtir bi cih bike, bêyî ku çi tedbîran bigire. Dibe ku rêveberên Îran û Pasdarên Şoreşê biryara heta dawiyê şer bidin û vebijarkên siyasî û danûstandinê betal bikin. Ev jî dê hilbijartinên xwekujî wek hewldana girtina Tengava Hurmuzê, ku nêzîkî 20 ji sedî trafîka petrolê ya cîhanê derxe holê."
‘DIZAYNA CÎHANÊ YA NÛ Û KURD’
Rojnameya El Quds El Erebî cih da nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser nakokiya di navbera Îsraîl û Îranê de. Rojnameyê diyar kir ku daxuyaniyên ku Abdullah Ocalan berî destpêkirina şerê di navbera Îsraîl û Îranê de dane, delîlên girîng ên pêşketinên heyî ne.
Rojnameyê bal kişand ser vê yekê: "Hevdîtina 21’ê Nîsana 2025’an a li Girtîgeha Îmraliyê ya di navbera Ocalan û şandeya DEM Partiyê de, ne tenê ji bo siyaseta navxweyî ya Tirkiyeyê girîng bû, lê di heman demê de nirxandinên şok jî dihewîne ku ji nû ve fikirîna jeopolîtîka herêmê û cîhanê hewce dike. Ocalan di civînê de gotibû Rojhilata Navîn careke din ji nû ve tê dîzaynkirin. Di navbera Îsraîl, Îran, Tirkiye û Ereban de lêgerînek ji bo hevsengiyeke nû heye. Di vê senaryoyê de, an Kurd dibin lîstikvanên sereke, an jî ew ê wek piyon di lîstikên hêzên mezin de werin bikaranîn."
Rojnameyê destnîşan kir: "Di vê qonaxa dîrokî de ku Rojhilata Navîn û cîhan ji nû ve tên sazkirin, tevgerên Kurd bi hilbijartineke çarenûsî re rû bi rû ne: an bibin damezirînerên rejîmeke nû bi gelên herêmê re, an jî bibin amûrên di stratejiyên 'parve bike û bi rê ve bibe' de ku Netanyahu û Trump pêşengiya wan dikin."
Rojnameyê her wiha nivîsand: “Nirxandinên Abdullah Ocalan ên li girtîgeha Îmraliyê kirine, ne tenê ji bo gelê Kurd, lê ji bo Tirkiye, Îran, Ereban û hemû gelên herêmê hişyariyek e. Li hember stratejiya dorpêçkirinê ya ku ji hêla Îsraîlê ve wek dewleteke piştî ewlehiya neteweyî tê sepandin, hevpeymanek di navbera gelên herêmê de li ser bingeha girêdanên dîrokî, çandî û erdnîgarî bûye pêwîstiyeke lezgîn. Gefa 'xezakirinê’ ne tenê ji bo komeke etnîk a taybet xetereyek e; ew senaryoyeke wêrankirinê ye ku tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê digire nava xwe."
(fr)