ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22 - 10 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22 - 10 – 2024
22 cotmeh, 2024   02:00

 Hiqûqnas Ebdulezîz Yusif dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan wekî komployeke li dijî gel bi nav kir û bang li partiyan û hiqûqnasan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîneke hiqûqî ya hevpar pêk bînin.

Şêniyên ji bajarê Amûdê gotin gerîlayên azadiyê Kurdistanê diparêzin lê PDKˈê xiyanetê dike û Başûrê Kurdistanê firotiya dagirkeran. Şêniyan got dê dawî li xeta xiyanetê bînin.

Jinên beşdarî Foruma Diyalogê ya jinên Sûriyeyî bûn tekez kirin ku hevgirtina jinan di bin pergala neteweya demokratîk de wê bibe rêya çareseriya krîzên Sûriyeyê û bang li jinan kirin ku ji nakokiyan dûr kevin  û cihê xwe di hewldanên çareseriya siyasî de bigirin.

Endamê Komîteya Amadekar a Kongreya ʹRêya Sûriyeya Demokratîkʹ Muwefeq Nêrebiyê aşkera kir ku nêzî 30 hêzên sûriyeyî, kesayetên ji Sûriye û derveyî wê dê tev li kongreyê bibin.

Festîvala Çand û Kulturê ya 5ˈemîn a Girê Spî wê dawiya vê mehê (Cotmeh) li bajarê Eyn Îsayê were lidarxistin.

Cotkarên bajarê Şedadê dest bi cotkirina zeviyan û çandina genim û ceh kir. Hemwextî wê cotkarên bajarê Holê jî girîngiyê didin sebzeyên zivistanê ku di zûtirîn dem de li sûkên herêmê bifiroşin.

Bi diruşma ʹBi xwendina parêznameyan û pratîkkirina wan em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikinʹ Komîteya Xwendina Parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan a kantona Firatê Konferansa Parêzernameyên Rêber Abdullah Ocalan li hola navenda Çandê ya bajarê Sirînê li dar dixe, saet 09:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê bajarê Çilaxa şehîd Bêrîtan di salvegera şehadeta wê ya 32ʹyan de di civînekê li hola navenda Çandê bi bîr tîne, saet 10:00ʹan, her wiha li Girkê Legê li hola Yekitiya Sendîqaya Karkeran a bajarokê Rimêlan şehîd Bêrîtan tê bibîranîn, saet 10:00ʹan, li Hesekê jî li Navenda Xabûr a Çand û Hunerê merasîma bibîranînê tê lidarxistin, saet 17:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Tenduristiyê ya Kantona Efrîn û Şehba bi hevkariya Yekitiya Jinên Ciwan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li dijî hişbirê hemleyeke hişyariyê li dar dixe, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Malbenda Rewşenbîrî ya Helebê bi sernavêʹRêwîtiya helbestvanê Kurd Cegerxwînʹ li navenda xwe çalakî û xebatên çandî û fikrî li dar dixe, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Çalakiyên roja dawîn a Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol li hola Zana ya Qamişloyê li dar dikevin, saet 18:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xelkê kantona Reqa cenazeyê şehîdê Hêzên Komandos Hisên Elî Hemed li Goristana Şehîdan a gundê Hikumiyê oxir dike, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîsgeha Têkiliyan a MSDʹê û PDKʹê rûniştineke diyalogê li ser têgeha nasnameya neteweyî li hola MSDʹê ya Reqayê li dar dixin, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk û Komîteya Jinan a Hevgirtina Al El Beyt a Reqayê bi sernavê ʹXwekujtin, sedem û bandorên wêʹ li hola Barîsta li kêlek çerxeriya Saetê civînekê li dar dixin, saet 10:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)