Amadekariyên lidarxistina kongreya ʹRêya Sûriyeya Demokratîkʹ

Endamê Komîteya Amadekar a Kongreya ʹRêya Sûriyeya Demokratîkʹ Muwefeq Nêrebiyê aşkera kir ku nêzî 30 hêzên sûriyeyî, kesayetên ji Sûriye û derveyî wê dê tev li kongreyê bibin.

Amadekariyên lidarxistina kongreya ʹRêya Sûriyeya Demokratîkʹ
22 cotmeh, 2024   06:10
NAVENDA NÛÇEYAN
YEHYA EL HEBÎB

Di çarçoveya hewldanên pêkanîna yekitiyê, hewldanên demokratan ji bo ku siberojeke baştir ji Sûriyeyê were pêkanîn de, beriya çend salan dest bi amadekariyên li darxistina kongreya hêz û kesayetên demokrat ên Sûriyeyê li paytexta Balçîka Brukselê hatibû kirin.

Kongre dê 25 û 26`ê Cotmehê were lidarxistin. Dê gelek aliyên Sûriyeyê mîna Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ku roleke girîng di lidarxistina van havdîtinan de lîstiye, tev li kongreyê bibe

Her wiha li gorî endamê Komîteya Amadekar a kongreyê Muwefeq Nêrebiyê nêzî 30 hêz û kesayetên serbixwe yên sûriyeyî tev li kongreyê bibin.

Li gorî Nêrebiyê, bi giştî nêzî 90 kes beşdarî kongreyê bibin û 40 kes jî bi rêya înternetê tev li wê bibin. Ji kesayetên li hundir re vexwendname hatiye şandin. Ji ber astengiyan, hinek ji wan dê beşdarî kongreyê bibin lê gelek ji wan dê bi online tev lê bibin.

Muwefeq Nêrebiyê têkildarî xwezaya hêzên dê tev li kongreyê bibin ev agahî parve kirin: "Ji bo diyarkirina xwezaya hêzên ku dê tev li kongreyê bibin, 3 sal e hevdîtinên şêwiriyê yên mezin li Stokholmê, werşe û hevdîtin hatin lidarxistin. Di wan hevdîtinan de, mijarên girêdayî nasnameya komkar a Sûriyeyê, nenavendîbûn, dozên girêdayî îlmanî (Laîtîk), ol, jin, destûr û pransîba lihevkirinê bûn. Ji bo beşdariyê, detayên zêde yan jî şertên hişk nehatin danîn, lê belê diyalog û lihevhatin serwer bû. Berjewendiya me di yekitiya Sûriyeyê û bidestxistina serxwebûna wê de ye."

Nêrebiyê wiha behsa kongreyê kir: "Kongre gaveke ber bi birêxistinkirin û yekkirina hewldanên demokrasiyê li Sûriyeyê ye. Ji bo her kesê tev li vê şepêlê bibe, gaveke vekirî ye. Em baş dizanin ku welat bi nermbûn, şaristaniya xwe tê naskirin û nêzî laîtîkê ye. Dûrî tundrawî û fikrê paşverû ya nezan e. Ev beşa mezin a civakê ji xebatên siyasî hatiye dûrxistin û paşguhkirin. Bi welêt û dewlemendiya wî tê lîstin."

BELGE Û PÊŞNIYAR

Nêrebiyê behsa rojeva kongreyê kir û got: "Gelek dosya, mijar û çareseriyên pratîk û modern, dê werin nîqaşkirin. Dê doza nasname, nenavendîbûnê, dûrxistina ol ji dewletê, rizgarkirina jinan, pirsgirêkên netewperest ên binesaziya Sûriyeyê werin nîqaşkirin. Dê pêşniyarên têkildarî destûrê ku sûriyeyiyan li ser li hev kirine, werin nîqaşkirin ku bibin bingeha Sûriyeya siberojê."

Nêrebiyê ev li gotinên xwe zêde kir: "Çareseriyên siyasî û astengiyên li pêşiya wan derkevin dê werin gotubêjkirin. Da ku xwe bigihînin komek pêşniyaran û deriyekê ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê dûrî destpotî û nijadiyê veke."

DERÎ JI HER KESÎ RE VEKIRÎ YE

Nêrebiyê hêvî kir ku kongre bi encamên baş bi dawî bibe û got: "Em hêvî dikin ku kongre bibe deriyekî wisa ku sûriyeyî bi xwe siberoja xwe xêz bikin. Em naxwazin bibin rêveberî yan jî navend. Em naxwazin taybet bin. Em yekitiya demokratên sûriyeyî dixwazin. Em hêvî dikin ku ew xwe birêxistin bikin, ji bo ku bibin beşeke rêya Sûriyeyê ber bi demokrasiyê ve. Lewra me kongre kir rêya demokrasiyê ji bo Sûriyeyê. Kongre ji her kesî re vekirî ye." 

Nêrebiyê wiha domand: "Em hêvî dikin ku her kes kongreyê wek gavekê ji bo bidestxistina armanca em dixwazin, bihesbîne. Kongre vekirî, nerm û tiyê diyalogê û gotubêjê ye. Me tecrube ji hevdîtinên berê girt. Me xwe bi pêş xist. Gelekan an jî em dikarin bêjin duqatî hejmara ku dê tev li kongreyê bibe, ev hewldanên me bi erênî nirxandin. Em hêvî dikin ku di kongreyê de encamên xebatên xwe bi dest bixin. Bernameya xwe ya bê bi awayekî pratîk nîqaş bikin. Me gelek civînên encamdar û pratîk li dar xistin. Em ê hewl bidin vê rêbazê pêş bixin."

HEWLDANÊN ÇARESERIYÊ BI PÊŞENGIYA HÊZÊN SÛRIYEYÎ HETA KONGREYA NÎŞTIMANÎ BÊ LIDARXISTIN

Nêrebiyê wiha pê de çû: "Xaleke sereke têkildarî doza Sûriyeyê heye ku her tim dubare dibe. Divê doza Sûriyeyê bi rêveberiyeke sûriyeyî be. Rast e gelek pisgirêk derketin. Lê divê rêveberiya rasteqînî sûriyeyî be. Rejîm û opozîsyona fermî roleke mezin di vê kêmasiyê de lîstin. Her wiha destwerdanên hêzên derve jî, rewş aloztir kir."

Nêrebiyê behsa plana bê kir û got: "Em dixwazin nûnertiya sûriyeyiyan û hewldanên wan ji bo çareseriyê, zêdetir bikin. Em dikarin vê qadê pêş bixin. Divê em yekitî û birêxistinbûyîna demokratên sûriyeyî xurttir bikin. Dûre ber bi kongreya nîştimanî ya sûriyeyî ve biçin ku ji destpêkê ve em dizanin ew rêya çareseriyê û lihevhatinê ye."

Nêrebiyê di dawiyê de wiha axivî: "Em ne alternatîfê tu kesî ne. Em wê yekê jî naxwazin, berovajî wê, em diyalogê bi tevahî aliyan re dikin ta ku çareyekê ji vê aloziya welêt re peyda bikin."

(şx)

ANHA