Konferansa jinên ciwan a Reqayê bi dawî bû

Konferansa jinên ciwan a Reqayê bi gelek encamnameyan bi dawî bû.

21 cotmeh, 2024   23:13
REQA

Vê sibehê bi diruşma ʹÇareseriya siyasî ya Rojhilata Navîn bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dibeʹ li navenda Çand û Hunerê ya Reqayê Konferansa jinên ciwan hat lidarxistin.

Piştî danê nîvro bi axaftina endama Desteya Perwerdê û Fêrkirinê Lalaşîn Ebdullah dewam kir. Lalaşîn behsa bûyerên dîrokî yên li herêmêa Rojhilata Navîn û cîhanê ji destpêka sedsala borî heta roja îro kir.

Lalaşîn her wiha li ser bandorên şerên li Rojhilata Navîn û cîhanê li ser civakên herêmê kirine, axivî.

Lalaşîn diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji nû ve gelê Kurd û tevahî gelên herêmê zindî kir û got Rêber Abdullah Ocalan ji bo guhartina zihniyeta civakê ber bi pêşketinê ve têkoşînek da meşandin, bi taybet jî der barê doza rizgarkirina jinan.

Piştî axaftinê kurtefîlmek li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hat pêşkêşkirin.

Dûre beşdaran li ser gelek mijarên girêdayî doza jinê nîqaş kirin.

Di dawiyê de beşdaran li ser gelek encamnameyan li hev kirin. Rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Dêrazorê Suha El Seîd encamname xwendin û wiha ne:

Têkoşîn û xebata şoreşgerî heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan werin mezinkirin.

Hemleyên hişyariyê yên têkildarî doza Rêber Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî werin lidarxistin.

Pirtûkxaneya taybet bi pirtûk û fikrên Rêber Abdullah Ocalan were vekirin û pirtûkên Rêbertî werin belavkirin

Girîngî ji bo xweperwerdekirinê were dayîn, dewreyên bîrdozî yên girtî û vekirî werin lidarxistin û zêdekirin.

Kurtefîlm werin çêkirin, li kolan û bajaran werin pêşkêşkirin.

Di dawiyê de daxuyaniyekê ji hêla hevseroka Tevgera Ciwanên Şoreşger a kantona Reqayê Letîfe El Hesen ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de bang li tevahî jinên di oxira azadiyê de tê dikoşin hat kirin ku rola xwe ya pêşeng di şikandona tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan de bilîzin û heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî têkoşînê mezin bikin.

Her wiha hat gotin divê jin perwerdê dewam bike, zanist û zanînê qezenc bike û hêza xwe binase.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bêyî pêkanîna fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan çareserkirina krîzên Rojhilata Navîn ne pêkan in.

Di dawiyê de hat gotin pêwîst de di çarçoveya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan de kedên jinan ên Erebû bi taybet jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê werin yekkirin.

(fr)

 ANHA