ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21 - 6 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21 - 6 – 2025
21 hezîran, 2025   02:00

Berdevka Akademiya Jineolojiyê Zehrîban Hisên diyar kir ku nameya ku Rêber Abdullah Ocalan ji wan re şandiye armanca wan zelaltir kiriye û got “Ji bo ku jineolojî kûrtir bibe û di nava jiyanê de xwe bi cih bike, em ê rê û rêbazên xwe veguherînin.”  BI WÊNE Û DÎMEN

Li ser banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Abdullah Ocalan, Hêzên Parastina Civakî li Dirbêsiyê dewreyên perwerdeyê dane destpêkirin. Armanca dewreyan bilindkirina asta ramyarî û rêxistinî û pêşxistina rihê berpirsyariyê ye.  BI WÊNE Û DÎMEN

Rêveberiya Sotemeniyê ya kantona Cizîrê dest bi amadekariyên belavkirina mazota germkirinê ya zivistana 2025/2026 kir. Ev gav di encama civîneke berfireh de ya komîteyên pispor û nivîsgehên têkildar ên hemû bajarên kantonê, hat avêtin.  BI WÊNE Û DÎMEN

Koçbera bi navê Dehiya El Hemûd a 60 salî konê xwe pîne dike da ku bandora tavê kêm bike. Lê diyar dike ku dirûtin û pînekirin jî ji zehmetiyên wan re nabin çareserî.  BI WÊNE Û DÎMEN

Desteya Çand û Aborî xebatên sererastkirina embarên genim ên Hinêdayê ya li kantona Tebqayê didomîne.  BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star li bajarê Hesekê dê der barê kuştina zarokê bi navê Mistefa Cemîl Şêxo bi detê çeteyên deweta Tirk a dagirker, daxuyaniyekê bide. (12:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarên Girkê Legê, Dêrikê û Tilkoçer dê cenazyê şehîd Elî El Ehmed li mezargha şehîd Iqab El Eswed ya li bajrê Tilkoçer, bi mersîmekê oxir bikin. (10: 00) BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbtên Şehîdan li bajarê Tirbespiyê dê merasîma oxirkirina cenazeyê 3 şervanên QSD`ê ku di bexwedana Tişrînê de şehîd bûbûbn, li dar bixe. (18:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Xwendekarên dibistanên navîn yên li dibistanên rejîma berê dixwendin, ezmûnên dawiya salê pêşkêş dikin. (08:00) BI WÊNE Û DÎMEN