Brîtanyayê hişyarî da welatiyên xwe ji Sûriyeyê derkevin
Brîtanyayê hişyarî da ku dibe şerê li Rojhilata Navîn berferh bibe û bang li welatiyên xwe kir ku yekser ji Sûriyeyê derkevin.

Hemwextî gurbûna aloziya Îsraîl û Îranê Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê diyar kir ku alozî dibe ku bi lez gur bibe û rewşa ewlehiyê li tevahiya Rojhilata Navîn têk biçe.
Wezarerê hişyarî da welatiyên xwe ku neçin Sûriyeyê û bang li welatiyên xwe kir ku yekser ji Sûriyeyê derkevin û yên ku nikarin derkevin jî di cihên ewle de bimînin heta ku rêbazên ewle ji bo derxistina wan werin peydakirin.
(mh)