ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20 – 11 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20 – 11 – 2024
20 mijdar, 2024   02:00

Parêzerên ji herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got parastina Rêber Abdullah Ocalan erka wan e. Her wiha tekez kirin ku çareserî û aştî tenê bi bidawîkirina pergala îşkence û qirkirinê pêkan e. Parêzeran diyar kir ku pêngava wan heta bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê dewam bike. BI WÊNE Û DÎMEN

Mêrên tev li dewreya perwerdeyê ya li Çilaxayê bûne, diyar kir ku tundiya li ser jinan tenê bi rêya pêşxistina hişmendiya li gorî felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bi dawî dibe û hevjiyana azad pêk tê. BI WÊNE Û DÎMEN

Jinên Suryan, Ermen û Keldan ku neviyên qurbaniyên Komkujiya Seyfo ne, li Mala Jinan Eştarûtê li dijî tundiyê tê dikoşin û pirsgirêkên xwe çareser dikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Şaredariya Gel a Kantona Reqayê qîrkirina 79 rêyên sereke û yên şaxî bi dawî kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Rêxistina Stêrk û Weqfa Jins Azad bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê (20’ê Mijdarê) li navenda Weqfa Jina Azad a bajarê Qamişlo şahiyekê li dar dixin. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên kantona Tebqayê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Mihemed Ebûd El Mustefa li goristana şehîdan a Tebqayê oxir dikin. (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN)

Navenda YEKPAR çalakiya Awazên Payîzê ya 4 rojan li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo li dar dixe. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Di çarçoveya hemleya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de, mêrên kantona Reqayê, mêrên bajarê Dirbêsiyê ji qada Jinê, mêrên bajarê Şedadê ji pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger derdikevin meşê. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîsgeha Jinan a MSD’ê paneleke diyalogê bi navê “Tundiya siyasî û jin” li navenda MSD’ê ya bajarê Reqayê dide (10:00). Koordînasyona Jinan a Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê di heman çarçoveyê de panelê di heman demê de dide. Li bajarê Çilaxa Kongra Star belavokan li şêniyan belav dike. Li kantona Efrîn û Şehbayê jî Meclisa Jinan a PYD’ê paneleke diyalogê li dar dixe. 10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Ji bo bersivandina silava Rêber Abdullah Ocaêan şêniyên bajarê Hesekê derdikevin meşê. Meş ji çerxerêya Kevokê ya taxa Til Hecer dest pê dike û ber bi çerxerêya şehîd Serhed a taxa Miftî ve bi rê dikeve. (13:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Parêzerên kantona Cizîrê li bajarê Qamişlo der barê domandina pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, daxuyaniyekê didin. (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN