Ji destpêka Mijdarê ve 80 êriş li dijî bakurê rojavayê Sûriyeyê hatine pêkanîn

Ji destpêka meha Mijdarê ve 80 êriş li dijî bakurê rojavayê Sûriyeyê hatine pêkanîn. Piraniya êrişan li dijî baregehên çeteyên "Heyet Tehrîr El Şam" bûn.

Ji destpêka Mijdarê ve 80 êriş li dijî bakurê rojavayê Sûriyeyê hatine pêkanîn
19 mijdar, 2024   23:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku di dawiya meha Mijdarê de êrişên bi balafirên xwekuj ên FPV zêde bûn. Heta niha 80 êriş li dijî bakurê rojavayê Sûriyeyê hatine pêkanîn.

SOHR'ê diyar kir ku piraniya êrişan li dijî baregehên çeteyên "Heyet Tehrîr El Şam" ên li gundewarê Idlib, Heleb û Laziqiyê bûn.

Li hemberî wê, hêzên hikumeta Şamê 15 balafirên bêmirov ku ji herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên "Heyet Tehrîr El Şam" derketibûn, li gundewarê Heleb, Idlib û Laziqiyê anîn xwarê.

(mh)