Balafirên şer deverên Şamê bombebaran kirin

Balafirên şer deverên li çolistana Meyadîn, Qoriye û Eşare yên gundewarê rojhilat ê Dêrazorê yên di bin kontrola hikumeta Şamê de, bombebaran kirin.

Balafirên şer deverên Şamê bombebaran kirin
19 mijdar, 2024   22:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên xwecih, balafirên şer li dijî gelek deverên çolistana Meyadîn, Qoriye û Eşare yên rojhilatê Dêrazorê ku di bin kontrola hikumeta Şamê de ne, êriş pêk anîn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku balafirên şer ên Amerîkayê baregehên komên Îranî yên di navbera herêma Qura Sebi û Meyadîn de, bombebaran kirin.

Der barê encamên êrişan de, tu agahî nehatine girtin. Dezgehên ragihandinê yên hikumeta Şamê jî tu agahî aşkere nekirine.

(mh)