ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19 - 6 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19 - 6 – 2025
19 hezîran, 2025   02:00

Rojnamevanan da zanîn mafekî wan ê rewa ye ku bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Rojnamevanan piştgiriya xwe ji bo kampanyaya "Ez dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” diyar kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Koçberên ji Efrînê diyar kir ku divê hêzên navneteweyî bi erka xwe rabin û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bê deng nemîne. Koçberan got "Heta çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji Efrînê dernekevin em venagerin malên xwe." BI WÊNE Û DÎMEN

Hevserokên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê destnîşan kir ku pergala hevseroketiyê firseteke rastîn ji bo beşdarbûna wekhev a her du zayendan di birêvebirina kar û barên civakê de peyda dike. BI WÊNE Û DÎMEN

Berhema genim ya îsal ne bi dilê cotkaran bû, buhayê kirînê jî yê ku Rêveberiya Xweser destnîşan kiriye, têra vegerandina ziyanên li wan bûye nake. Cotkaran xwest saziyên têkildar piştgiriya wan bikin. BI WÊNE Û DÎMEN

Ji ber kêmbûna rêjeya ava çemê Firatê rêjeya qirêjiya avê li kantona Reqayê zêde bûye û li gorî pîvana yekîneya avê ji sedî 5 zêde bûye. Li hemberî vê yekê Gerînendetiya Avê tedbîrên guncaw girtin. BI WÊNE Û DÎMEN

Meryem Osman dayika 2 şehîdan e û li taxeke Qamişloyê di tenûreke kevn de nan dipêje û difiroşe. Meryem bi pehtin û firotina nan debara malbata xwe dike û ji bo hemû jinan bûye çavkaniya îlham û vîna jiyanê. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Bajarê Hesekê bi hevkariya Gerînendetiya Jîngehê, Şaredariya Gel û komînan însiyatîfa hişyariya jîngehê ya heftane ku ji destpêka biharê de daye destpêkirin didomîne û vê hefteyê li taxa El Zihor dest pê dike, (09:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Reqayê ji bo şîrovekirina rewşên siyasî yên dawîn li herêmê, li hola Navenda Çandê ya bajêr civîneke girseyî li dar dixe, (12:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Li bajarê Qamişloyê, Pêşangeha Berhemên Zarokan li avahiya Navenda Malbatan a li taxa Ermen, li piştî Komeleya Xêrxwazî ya Ermenî, tê vekirin, (17:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Pêşangeha 9’emîn a Hunera Şêwekariyê ya bi diruşma "Em sîmayên nasnameya xwe ji rengê Rojava xêz dikin" ya li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê tê lidarxistin, di roja xwe ya sêyemîn de bi dawî dibe, (17:00). BI WÊNE Û DÎMEN