Jinên Ciwan ji bo azadiya Rêber Apo çalakiyek hunerî organîze kir
Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Helebê bi rêya çalakiyek hunerî piştgiriya xwe ji Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan re nîşan da û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kir.
Bi diruşma "Ji bo azadiyê dema pêşengtiyê ye" Yekitiya Jinên Ciwan, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û piştgiriya Banga Aştî û Civaka Demokratîk, şevbuhêrkeke hunerî li dar xist.
Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de Banga "Aştî û Civaka Demokratîk" kir. Di bangê de daxwaza çareserkirina krîzên Rojhilata Navîn li gorî pransîpa diyalog û jiyana hevbeş di nava pêkhateyan de hat kirin. Li ser asta cîhanê ev bang bi coş hat pêşwazîkirin. Lê ruxmî wê, desthilatên Tirkiyeyê heta niha tu gavên pratîkî ji bo bicihanîna wê bangê neavêtine.
Di şevbuhêreka li Parka Efrîn a li taxa Eşrefiyê ya Helebê hatiye lidarxistin de, jinên ciwan, endaên saziyên sivîl û partiyên siyasî amade bûn.
Axaftina destpêkirina şevbuhêrekê ji hêla rêvebera Yekitiya Jinên ciwan Şems Elî El Dîn jî hat kirin. Şems di axaftina xwe de girîngî da Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan û got ji bo bidawîkirina qirkirin û şeran pêwîstî bi pêkanîna bangê heye.
Şems li ser banga Rêber Apo got: "Ev bang li Rojhilata Navîn xaleke werçerxê ya mezin e û di bicihanîna wê de dê biratiya gelan, pirrengiya çandî û olî misoger bibe, dawî li pergala koletiyê were û siberojek tê de hezkirin û aştî heye, ava bibe."
Piştre koma Şehîd Delîla ya Tevgera Hîlala Zêrîn û koma Şehîd Zîlan a yekitiya Xwenedekaran stran û helbestên xwe yên li ser Rêber Abdullah Ocalan gotin.
(fr)
ANHA