Li Çilaxa Turnovaya Futbolê ya Şehîd Hogir Dirbêsiyê dest pê kir

Li Çilaxa Turnovaya Futbolê ya Şehîd Hogir Dirbêsiyê bi beşdariya 20 tîmên ji gundên herêmê dest pê kir.

Li Çilaxa Turnovaya Futbolê ya Şehîd Hogir Dirbêsiyê dest pê kir
Li Çilaxa Turnovaya Futbolê ya Şehîd Hogir Dirbêsiyê dest pê kir
Li Çilaxa Turnovaya Futbolê ya Şehîd Hogir Dirbêsiyê dest pê kir
Li Çilaxa Turnovaya Futbolê ya Şehîd Hogir Dirbêsiyê dest pê kir
Li Çilaxa Turnovaya Futbolê ya Şehîd Hogir Dirbêsiyê dest pê kir
Li Çilaxa Turnovaya Futbolê ya Şehîd Hogir Dirbêsiyê dest pê kir
Li Çilaxa Turnovaya Futbolê ya Şehîd Hogir Dirbêsiyê dest pê kir
18 hezîran, 2025   22:23
QAMIŞLO

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê bi hevkariya Komîteya Ciwanan û Werzîşê ya Meclisa bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê, bi diruşma "Bi rihê têkoşîna demê em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin" Turnovaya Futbolê ya Şehîd Hogir Dirbêsiyê dest pê kir.

Turnova li ser yarîgeha gundê Hemra ya li gundewarê rojhilatê bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê hat organîzekirin.

Di turnovayê de 20 tîmên ji gundên Çilaxa beşdar dibin û ew li ser 8 koman hatine parvekirin. Ew tîm maçan dilîzin û di dawiyê de ji wan tîman 2 tîm derbasî maç dawî ya şampyonê dibin.

Di şahiya destpêkirina turnovayê de endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Komîteya Ciwanan û Werzîşê, Meclisa bajarê Çilaxa, tîmên beşdar û şênî amade bûn.

Di serî de endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Mîlad El Akûb turnova li malbata şehîd Hogir Dirbêsiyê û tevahî malbatên şehîdan pîroz kir û got: "Şehîd Hogir ji şehîdên destpêkê yên Tevgera Ciwanên Şoreşger bû, ku ji bo pêşxistina ciwanên Kurdistanê tê koşiyane."

Piştî axaftinê, maça destpêkê di navbera tîma gundê Hemra û tîma gundê Zexîra de dest pê kir. Maç bi encama wekhev a erênî bi dawî bû.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 3'yê Sibata îsal de balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker erebeya siyasetmedarên Kurd ên ji malbata şehîd Hogir Dirbêsiyê hedef girt. Di êrişê de Dîlawer Erebo (Hogir Dirbêsiyê) û koordînasyona Kongra Star Hêva Erebo (Salha Viyan) şehîd bûn. Her du jî ji gundê Dilîk ê bajarê Dirbêsiyê ne û li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî ya gundê Berkevirê hatin veşartin.

(mh/fr)

ANHA